26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Êşa zimanê kurdî-3-

Yaşar Eroglu

Zimanê kurdî bi bişkivandina gundîtiyê û rûbirûmayîna bajaran re ketiye dest û lepên êşeke giran. Kifş e ku heta di bajaran de nebe zimanekî serwer, zimanê perwerdeyê, zimanê bazarê êş wê dewam bike

Pirsgirêk çawa der dibin?

1- Li Kurdistanê perwerde û ragihandinê bi sedhezaran xwendekarên ji çar heta bîst û çar salan zimanê tirkî ji zimanê dayikê qenctir, rêkûpêktir diaxivin gihandine. Xetereya herî mezin a zimanê kurdî dibişêve ev e. Zarokan ji ber pêsîra dayikên xwe digirin, bi tirkî perwerde dikin. Mêjiyê dilmeyî tirkî fêr dibe, dide pêş, qada bikaranîna kurdî teng dike û paşde davêje. Hemû xwendekar gava li kurdî vedigerin tirkî difikirin, kurdî diaxivin. Mantiq û hevoksaziya tirkî û kurdî cuda ye. Lê belê bi kurdî qet perwerde nebûne, zimanê dayikê tenê carinan li mal tê axaftin. Gava ku bi hevoksazî û rêzimana tirkî re rû bir û dimînin çi dizanin tevlihev dikin. Pirî caran jî, ji ber qelsbûna kurdiya wan nikarin xwe îfade bikin û xwe davêjin peyvên tirkî. Ziman wêga birîndar dibe, pêşeroja wî dikeve xetereyê, êşa wî girantir dibe. Berê, pêşî bi kurdî difikirîn, paşê werdigerandin tirkî. Îro bi tirkî difikirin, paşê werdigerînin kurdî. Kurdî li bajaran, ji ku derê tê ku derê? Wêga li ku derê dimîne gotina; ‘zarok û ciwan pêşeroja ziman in?’

2- Li bajaran her kurdek dorhêla zimanê tirkî yê bazarê, ragihandinê, perwerde û zimanê fermî lê ferz e ku jiyana xwe debas bike. Li eczexaneyê, kirtasiyeyê, wesayîtan û ên din lê ferz dibe ku tirkî biaxive. Axaftina bi tirkî her roj ji roja din zêdetir asayî dibe û qasekê şûnde nikarin xwe ji vê çerxa teng derxînin, dibin elemanê tirkîaxêv. Heta zarokên wan ên xwendekar jî dibin berdevkê asîmîlasyonê yê malbata xwe.

3- Pêdiviyên nû ku li gundan hewceyiya wan tune ye, li bajêr berê kurdan dida zimanê biyanî. Nexweşxane, qada fînansê banke, perwerde, karmendî, telefonsazî, pîşesaziya piçûk û mezin, înternet, poste, ehliyetsazî û gelekên din bi xwe re têkiliyên nû diafirînin. Zimanê bajêr nivîskî ye. Zimanê nivîskî bi tirkî ye. Zimanê nivîskî razber e. Kurdên bi van saziyan re rû bi rû dimînin jî, yên ku di van saziyan de bixebitin jî li wan ferz e ku di bêjinga vê têkiliyê re derbas bibin. Termînoljiyeke nû dinase. Zimanê kurdî yê şênber ku bi piranî bi sembol û hêmayan têdigihîşt, niha zimanê nivîskî pêşberî wî ye. Mecbûr e xwe li gorî wî deforme bike. Zimanê şênber (gundewar) bi zimanê razber (bajar-nivîskî) re derdikeve ser mîndera gulaşê. Berê li ber xwe dide lê dawiyê li ser mînderê dimîne.

Psîkolojiya li bajaran û kurd

4- Zimanê bajêr psîkolojiya kurdan bi aliyê xwe ve veguhastiye. Kêm zêde beriya sed salan tirkên dihatin gund, heta bajaran (ji ber ku bajar pir piçûk û nîvenîv têkilî gundewar bûn) demekî diman tirkî ji bîr dikirin. Alpaslan Turkêş di saxiya xwe de wek xetereyeke li pêş tirkan ev yek derpêş dikir. Di dîrokê de gelek mîrekiyên tirk ên li Kurdistanê bûne kurd. Lê ji serdema nîvê sedsala bîstan vir ve, li bajarên kurdan ev yek berevajî bû û hejmareke zêde kurd, nemaze li bajarên nêzî sînor êdî ji kurdbûnê hatin şûştin. Ji xeynî rastiya xalên li jor, ev rewş yekser bi psîkolojiya kurdan ve girêdayî ye. Kurdên ku ji gund diqetin bêparastin û biyaniyên bajêr, nezan in jî. Dinya ku li dû xwe hiştiye piçûk, a li pêş xwe mezin, kêrhatî û medenî dibînin. Di kûraya hişê xwe de vê yekê wisa qebûl dikin. Hingê çand û zimanê kurdî di hiş û mêjiyê wan de têk diçe. Pûte bi tirkî, jiyan û têkiliyên bi tirkî tîne. Serê pêşîn bi wan re li hev nekin jî bi demê re adaptasyona bi tirkî re, bi ser dikeve. Ji kurdî şerm dikin, ji cil û bergên kurdî direvin. Bi taybetî jinên ku li gundan hatine çewisandin, hawireke serbesttir dibînin û zû ji kirasê berê derdikevin û ji aliyê kurdî ve bandoreke neyînî li malbatê jî dikin. Jinên bermalî derdikevin sûkê dixwazin bi ziman û çanda kurdan neyên nasîn. Jiyana di TV’ê dibînin xeyal dikin. Dayikên ku berê bingeha zimanê kurdî bûn li bajaran bi vî awayî vediguherin.

5- Perwedeya rêxistinkirî û bajar genetîka ziman xira dikin. Zimanê kurdî û tirkî du malbatên ji hev cuda ne. Kurdî ji malbata îndo-ewrûpa, tirkî ji malbata ûral-altay e. Avabûn, hevoksazî, mantiq û hîkariya wan bi temamî cihê ne. Kurdî hê bi serê xwe û bi dînamîkên navxweyî zimanê bajarvaniyê pêk neaniye. Zimanê tirkî hem zimanê serdest hem zimanê fermî ye û perwerde, ragihandin, bazar û cur bi cur têkiliyên jiyanê pê çêdibin. Zimanê şênber û razber li bajêr li hember hev in. Malbat nikare bi bajêr re bigihîne lewra veguhestina bajar dike, yekser li malbatê deng vedide. Bingeh û sitargeha zimanê kurdî malbat e. Her tişt li sûkê diguhere li malbatê dikele. Bi bandora vê yekê bivê nevê malbat û ziman jî diguherîne. Her tişt li gorî zimanê tirkî teşe digire. Hevokên kurdî dişibin hevoksaziya tirkî. Bajar û tirkî, taybetiyên zimanê kurdî zayend, xwerûtî – tewangê û ergatîviyê li hev diqelibîne, dirûvekî nû dide ziman. Ciwanên malbatê pêşengiyê dikin, bav û dê nikarin xwe jê ragirin. Di dewsa bixwin ‘yêmîş’ dikin, tê bigihîjin ‘anlamîş’ dikin. Di dewsa, ‘min sev xwar’ de dibêjin, ‘min sêvan xwarim, min gotim, ez kirim, ez dîtim, me wan nedît, vî mehê pir germ e, ji min re ev îskanê bîne…’ bi bezaran mînak hene. Bikaranîna bi vî rengî êdî rûniştiye. Em ji hinekan re bêjin, ‘Diyarbakır Dicle Üniversitesi Fen Fakültesi’ wergerînin kurdî weke ‘Fakulteya Fenê ya Zanîngeha Dîcleyê ya Diyarbekirê’ bi giranî bi ser nakevin, nikarin pêk bînin. Genetîka ziman bi vî rengî xira dibe, eger ew pêk hat ziman jî yekser xira dibe.

6- Parastina ziman û zimanê nivîskî yê kurdî bi serê xwe teqez nabe çare. Ji sala 1898’an vir ve bi rojnameya Kurdistan hewldaneke zimanê nivîskî ya kudî heye. Heta îro jî di bin zext û qedexeyan de ye. Ji salên 90’î vir ve bi riya weşan, çapemenî û amûrên çandî-wêjeyî sekneke zimanê kurdî berfireh bûye. Ev sekn nemaze li hember polîtîkayên bişavftina zimanê kurdî bi biryar bûye. Helbet derketina ji zimanê gundewar a ber bi zimanê ramandina razber ve, ji bo zimanê kurdî gaveke pir girîng e. Berî her tiştî weke pêşevanên xwe, ev gaveke bi hişmend û zanebûn e. Berfirehtirbûna vê gavê bandora wê zêdetir derdixe pêş. Ev hewldan digihîje destê girseyeke mezin. Hewldanên berê tenê bi rewşenbîran re sînorkirî diman. Zimanê nivîsê ji bo mayîndebûna zimanê kurdî jî pir girîng e. Zimanê kurdî dikeve qonaxa ramandina razber û riya bajarvaniya navxweyî vedibe. Ev gava girîng jî helbet di bin bandora vê pêvajoya me diyar kir de dimîne. Her çend ku elemanên qada ziman bi hewldanên xwe gihiştîbin jî, yên ku di wê qadê de dixebitin ji perwerdeya zimanê tirkî re derbas bûne. Xirabûna ziman bi wan re jî didome. Zimanê nivîskî berfireh di qada TV, rojname û çapemeniya kurdî de tê bikaranîn. Ajansên kurdî piranî ji tirkî wergerê dikin. wergera pêkhatî pirî caran ji ruhê kurdî dûr dikeve. Xwezaya kurdî kêm dimîne, zimanekî çêkirî derdikeve pêş. Tewang û hevokên ergatîvî bi mantiqê tirkî tên sazkirin. Saziyên weşan û çapemeniyê rêbazên xwe yên cuda dispêrin xwînerên xwe. Her yek gelek hişk tevdigere û ji ya xwe nayê xarê. Her yek bi serê xwe mîrektiya xwe diparêze! Di navbera wan de standardek nîn e. Dewsa ku ziman bi rêk û pêk be, tevlihevî, sergêjî, sersarî xwe li pêş xizmeta ziman dixe. Ziman ji nav xwe derbeyeke giran dixwe û êşa ziman zêde dike.

Encam

Di vê nivîsa me ya dirêj de encamên berbiçav derketine rastê. Serê pêşîn ji bo zimanê gundewar li hember zimanê bajarvaniyê ango zimanê razber peşerojeke ronî tune ye. Heta tora zimanê bajarvaniyê bi gelek amûrên nûjen xwe gihandiye gundan jî, destê xwe kiriye qirika zimanê gundewar.

A duyemîn, zimanê bajarvaniyê (tirkî) zimanê gundewar (kurdî) hê jî nikariye têk bibe lê belê dorteng û bêhnçikandî kiriye. Zimanê kurdî di bin zext û dijwariya hezar salan, nemaze li gel zexta, înkar, asîmîlasyon û tunekirinê hebûna xwe heta îro parastiye, zimanekî berxwedêr e. Koka wî xurt û saxlem e. Berxwedêriya wî bi saya zimanê gundewar de qewimiye. Zimanekî tenê sed sal in bûye serdest, hêza wî têrê nekiriye zimanekî rehên wî gihiştine 4-5 hezar salan bikaribe têk bibe. Lê şert û merc wiha dewam bikin ev yek nikare heta dawî bibe misogeriya têkneçûna zimanê kurdî.

A sêyemîn, zimanê nivîskî yê kurdî heta dereceyekê kurdî parastiye û weke arşîv misoger kiriye. Lê belê di nav xwe de bi pirsgirêk e. Hê nikare xwe weke zimanê gel ê sivik û rewan veguhêze, xav e. Hê jî gelek kêm xwe dispêre kaniya zimanê kurdî; biwêj, gotinên pêşiyan, xwezaya zimanê zargotinê û ji ruhê zimanê bav û kalan dûr e. Ne teqez e, bi nîqaş e û bêhneke giran a wergera tirkî jê tê.

A çaremin, zimanê kurdî bi bişkivandina gundîtiyê û rûbirûmayîna bajaran re ketiye dest û lepên êşeke giran. Kifş e ku heta nebe zimanekî serwer di bajaran de, zimanê perwerdeyê, zimanê bazarê yanî weke zimanê razber xwe ji nû ve pêk neyne, êş wê dewam bike. Bi wê namîne, bajar û heta gund wê bibin goristana kurdên zindî ku êdî yên bûne melez, teqlît û bê nasname lê dijîn. (dawî)