Rojnameya Heftane

Ew bavê xwediyê xwe ye

A. Azîz Aksû

Beriya makîne derên, mirovan kar û şixulên xwe, bi hêz û qeweta mirov û sewalan dikirin. Di nav sewalan de yên herî zêde kar bi wan dibûn û barê mirovan sivik dikirin, ga bûn. Ga, hem sewalek zexim e, hem miskîn e û hem jî bi kêrî pir karan tê. Yanî mala gayê wê hebe, ew mal serwext e. Ji ber wê yekê çi dibe bila bibe divê gayê malê hebe.

Demekê mêrikek dixwaze ji xwe re gayekî bistîne. Bi pirs û pirsiyaran saloxê gayekî firotinê dibihîze û berê xwe dide mala xwediyê wî. Piştî hevdîtinê, dor tê ser meseleya kirîn û firotina gayî lê li gorî rêz û rismê; kesê bikir be, ji bo tiştê dikire baş nas bike pirsan ji xwediyê wî dike û ew jî rastiyê jê re dibêje. (Mixabin her kesî rast nedigot)

Bikir, dest bi pirsên xwe dike:

-Kekê, tu dizanî divê ez kurm û tebîetê gayî bizanibim ku li gorî wê pê re miameleyê bikim!

-Kerem bike kekê! Pirs ji te û bersiv jî ji min.

-Cot bi gayê te dibe?

-Na weleh!

-Gêle pê dibe?

-Na weleh!

-Gayê te têrê hildigire?

-Na weleh!

-Gayê te erebeyê dikişîne?

-Na weleh!

-Gayê te ji tovî re dibe?

-Na weleh!

-Êêê kekê, wê demê ji mozê re çawa ye?

(moz havînê bi dewaran vedidin û ew ji ber mozan diteriqin diçin)

-Ahaa jixwe te yê ev bipirsiya! Ji mozê re bavê xwediyê xwe ye! Tu dewar xwe nagihîne toza wî!

Îca dema niha mirov guhdariya hinek kurdên me dike, tam vê rewşê dibîne. Camêr bi kêrî hilgirtina çekê û şer nayên; bi kêrî siyaseteke serkeftî nayên ku bêne bijartin û bi rêya siyasetê çareseriyekê bînin. Bi wan nabe ku saziyên sivîl ava bikin û ji vî alî ve dagirkeran hinekî biêşînin. Bi kêrî sazûmankariya dezgehên zimên û çandê ava bikin û li hemberî bişaftinê bibin bendav û ziman vejînin jî nayên. Nikarin lijneyeke aştî û çareseriyê jî ava bikin ji bo di navbera parçe û partiyên Kurdistanê de bibin pira danûstandinê.

Lê belê ji dijûn û sixêfan re, ji bêbextî û îftirayan re, ji pêkanîna nîfaqa di navbera kurdan re “bavê xwediyê xwe ne.”