3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ew bi xwe nikare biçe, wê navê xwe bişîne!

Berîtan Zinar

Rojên dawiyê rojevek ecêb derket. Tê gotin ku li beramberî yek ji bedewiyên herî mezin ê Amedê, Pira Deh Derî û Girê Çil Sûwariyan, wê qaşo ‘Parka Bahçelî’ were çêkirin. Dema ku min ev nûçe bihîst bi qasî ecêbmayînê ez fikirîm ku bêguman ‘yê ku ew bi xwe nikare biçe Amedê wê tenê bikaribe navê xwe bişîne’.

Li aliyekê ve êrişên faşîzmê yên li ser gelê kurd û li aliyekî din ve bi rê û rêbazên şerê taybet navê faşîstan li heremên kurdan daynin. Belê, ev pergala faşîst a dewleta tirk wisa ye ku di bingehên armancên xwe yên çewisandin û ji rêzekirina faşîzmê, navê îşkencekaran li dibistanan kirin û li wan dibistanan însanan perwerde kirin. Kesên ku mîna îşkencekar û tecawizkar di dîroka tirk de cihê xwe girtine, navê wan kesên tecawizkar li kolan û taxan kirin, mîna kesên ku ji bo mirovahiyê niqutek tiştekî baş kiribin.

Niha jî bi heman feraset û armancê tê gotin ku ‘li beramberî Girê Çil Suwariyan a Amed’e, dê qaşo “Parqa Bîranînê Ya Bahçelî” were vekirin’. Qaşo bi navê Bahçelî ku ew bixwe pênaseyê faşîzm û nîjadperestiyê ye, wê li Ameda peytaxta Kurdistanê, parka bîranîna Bahçelî bê avakirin.

Gelê Amedê faşîstan û jî navê faşîstan naxwaze 

Bêguman li hemberî vê rojevê nirxandinên gelê Amedê pir hêja û gelek jî pêkenokin. Di hevpeyvînên ku li kolanan hatine kirin, li hemberî pirsa ‘hûn ji bo çêkirina parqa Bahçelî çi dibêjin’ gelê Amedê bi bertekên tûnd destnîşan kirin ku ew parkekî bi navê kesekê faşîst û nîjadperest ê mîna Bahçelî, li Amedê naxwazin û wê bi ti awayê destûr nedin vê. Gelek kes li hemberî vê yekê dibêjin çawa ku di sala 1975’an Alparslan Turkeş ê serokê giştî yê MHP’ê wê demê, ji bo lidarxistina mîtînga MHP’ê hewl da were Amedê, gelê Amedê destûr neda vê yekê, bertek nîşandan, bi çalakiyan daketin kolanan; niha jî li hemberî bi vî navê çêkirina parka li hemberî Girê Çil Suwariyan wê bêdeng nemînin.

Daxistina wê tabeleyê dê zewqekî pir mezin bide

Ev sedan salan in faşîzma ku li ser Kurdistanê her cure mêtîngeriyê dike, ji bombebarandina daristanan hetanî şewitandina darên kevnar gelek sepanên qirêj ên li hemberî pergala ekolojîk li Kurdistanê xist meriyetê. Ji salên 90’î û şûnde bi awayekî pergalî daristanên Kurdistanê bi destê heman feraseta faşîzmê ya ku Bahçelî nûnertî û xizmeta wê dike, hat şewitandin. Divê bê zanîn weke ku ragihadina derewîn a pergalê dide ‘ev daristan ji xwe ve neşewitîne’; her bihostek axa Kurdistana ku di bin destê metîngeran de tê talankirin bi destê faşîstên mîna wan ‘tê şewitandin’. Li gor rêjeyên fermî yên tên dayîn tenê li Efrînê di nava 3 salan de 650 hezar darên zeytûnê bi giştî 700 hezar dar, bi armanca bêdarhiştin û tunekirina bedewiyên li Kurdistanê hatin birîn. Ger em daristanên ku di salên dawiyê de li tevahiya Kurdistanê, bi destê artêşa faşîst a ginêraşî dewleta tirk hatine şewitandin li ser vê rêjeyê zêde bikin wê hejmarek çawa derbikeve pêşberî me, mirov nikare texmîn jî bike.

Baş e, ev hemû tunekirina bedewiyên Kurdistanê û êrişên li ser daristanên welat li aliyekê bila bimîne. Em weke gelê kurd bi dar û daristanên welatê xwe hene. Lewra qutkirina her darekê, şewitandina her daristanekê, êrişeke mezin a li hemberî dîrok û hebûna kurd û Kurdistane ye. Lewra di nav hevpeyvînên de welatiyek ji Amedê dibêje; ‘Em hemû daristanan dixwazin. Bila daristan hebin. Heta bila navê xwe jî lê bike. Lê divê bizanibe, dema ku me wê navê ji wir daxist wê ev yek zewqekî pir mezin bide me’.

Gelo ji bilî faşîzmê çi bîranîna Bahçelî li Amedê heye?

Weke xaleke din a balkêş û girîng, vêca navê daristanê bi giştî wê bikin ‘Daristana Bîranînê Ya Behçelî’. Bi rastî jî sosret e. Bi qasî sosretbûnê jî kerasetek mezin e.

Gelo çi bîranîna Bahçelî li Amedê heye? Ji bo gelê kurd, gelê Kurdistanî çi kiriye? Ango em pirsa xwe, ji bo hîn baştir were fêmkirin biguherin. Gelo ji bilî îşkence, kûştin, destdirêji, talan û qetilkirina kurdan tu bîranînekê Bahçelî ya li Amed’ê heye?

Bersiva we xwendekaran ji bo vê pirsê kêm zêde texmîn dikim bê çi ye. Wê demê ka ez jî bersiva xwe ya ji bo vê pirsê bidim. Zindana Amedê ya bi îşkenceyên pergalî û dijmirovahiyê tê zanîn, bîranînekê Bahçelî yê faşîst e. Her wiha qetilkirina Apê Mûsa, Wedat Aydin, Aydin Erdem, bûyerên 2006 ên bi gotina ‘çi jin be çi zarok be pêwistî bi çi be wê bê kirin’ bi dehan dayikên me bi tûndiyê re rû bi rû man, komkûjiya li parka Koşûyolû ya bû sedema qetilkirina 10 kesên ku di nav de zarok jî hebûn, li navçeya bedena Amedê qetilkirina gelek ciwanên kurd ên qehreman û her wiha gelek bûyerên ku mirov dikare lê zêdetir jî bike, bîranînên Bahçelî yên xwedî feraseta ku li lûtkeyê de pênaseya faşîzmê dike ne.

Biranîna Bahçelî yên li Amedê tenê bi polîtîka û kiryarên wî yên qetilkirin, kûştinê jî sînordar nîne; hemû êrişên ku rasterast li ser jinên kurd û Kurdistanî tên meşandin, tacîz û tecawiz leşkerên dewleta faşîst a tirk jî bîranînên wî ne. Me vê faşîzmê bi van bîranînan nas kir, ji bo vê bi navlêkirina daristanê pêwistiya xwe bi pêşkêşkariya vê yekê nîne. Xelkê Amedê wî pir baş nas dike.

Ev heqereta li dijî kurda ye

Hişmendiya faşîzmê her dem bi rê û rêbazên cuda li ser gelê kurd polîtîkayên nû yê şerê taybet dimeşîne. Ev mijara navlêkirina daristanê jî yek ji van polîtîkayên şerê taybet e. Qaşo wê navê kesekî faşîst li daristanê bê dayîn û gelê Amedê jî li wê daristanê rûnin û kêfxweşiyê bijîn. Ev yek li dijî rastiya zanista dijmin e. Divê mirov ji Bahçelî pirs bike ka ‘gelo bi wêrekî dikare were li kolanekê bê fikar biçe û bê?’

Lewra divê ev yek baş were fêm kirin, ev navlêkirineke ji rêzê nîne. Li ser bingehê ji rêzekirina faşîzma li ser Kurdistanê tê meşandin, polîtîkayeke rejîma şerê taybet e. Lewra jî heqeretek li dijî kurda ye. Lê çawa ku Amed bi sekna xwe, bi dehan caran destûr neda faşîstan ku li paytexta Kurdistanê bi hêsanî lîstokên xwe bilîzin, dê destûr nede ku navê faşîstek li ser daristaneke Amedê bê dayîn.