5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Em ê her pêncşem li pêş ATK’ê çalakiyê li dar bixin

Malbatên girtiyan ên nexweş, ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan şewitiye û nayên berdan, serbest bêne berdan li Baroya Amedê 63 roj in Nobeda Edaletê berdewam dikin. Îro nûner û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Hiqûqnasan a Ji bo Azadiyê (OHD) û Însiyatîfa Piştgiriya Girtiyan serdana malbatan kirin. Berdevkê Însiyatîfa Piştgiriya Girtiyan  Ugur Karadas, diyar kir ku pêwist e her kes li dijî feraseta îqtîdara AKP’ê ya ‘Ez dikarim her tiştî bikim’ bisekinin û wiha got: “Em ji bo vê nezîkatiya çewt li virin. Hewcêye ku em hemû xwedî heman hest û helwest bin.”

‘Em ê her pêncşem li pêş ATK’ê rûnên’

Karadaş anî ziman ku ji bo piştgiriyê bidin malbatên Amed, Wan û Malbata Şenyasar dê her hefte roja pencşemê seat di 13.00’yan de li pêş Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Yenî Bosnayê çalakiya runiştinê li dar bixin û bi hevre bibin denge hev.

‘Em ê çalakiyan mezintir bikin’

Hevserokê Rêxistina DBP’ê ya Amedê Hayrettîn Altun jî anî ziman ku ew ê di her çalakiyê de li cem gelê xwe bin û got: “Em ê di her çalakiya gel de li pişt gelê xwe bin. Me di civîna DBP’ê de mijara girtiyên nexweş anî rojeva xwe. Me biryar da ku çalakiyên malbatan berfirehtir bikin. Ev xebatên me tevahiya tekoşinê xurttir dike.”

Qesrên edaletê hene lê edalet tune  

Aktîvîstê Însiyatîfa  Piştgiriya Malbatan Huseyîn Îldan jî bal kişand pergala bêhiqûq û bêedelatiyê  û wiha got: “Li her derê qesrên edaletê hene. Lê mixabin edelet li welat tune ye. Em wek însiyatîf  ji sala 2021’ê ve balê dikşînin ser rewşa girtiyên ku înfazên wan tên şewitandin û girtiyên nexweşiyên wan giran. Hewcêye ku em tekoşineke hevpar bimeşînin.”

‘Dayik dê bi têkoşîna xwe edaletê bînin’

Hevseroka OHD’ê Ozum Vurgun jî  anî ziman ku di aliyê hiqûqê de her tim li cem malbatan in û wiha got: “Em jinên komîsyonên OHD’ê, çûyîna we ya Engereyê  bi qiymet dibînin. Em ê her tim ji aliye hîquqî li cem we bin. Em ê çalakiya we bişopînin. Dayikan çawa di greva birçîbûnê de encam girtin, dê di vê çalakiyê de jî encam bigire. Dayik dê bi têkoşina xwe edeletê bînin.”

Piştî axaftinan malbatên girtiyan jî spasiyên xwe ji saziyan re kir û hestên xwe yên hevpar anîn ziman. Malbatan gotin “Heta ku edalet pêk bê dê têkoşîn û daxwazên me bidomin. Em ji xwe zarokên xwe û doza xwe jî bawerin. Tu poşmaniya me tune ye. Em qet zext û îşkenceyê qebûl nakin.  Em edaletê dixwazin. Em li dijî tecrîdê ne. “