26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îhsan Şukrî: PDK li gorî peymana AKP’ê tev digere

Çalakiya malbatan a li deriyê sînor ê Sêmalka ya ji bo wergirtina cenazeyên HPG’iyên ku di kemîna PDK’ê de jiyana xwe ji dest dan 105 roj in didome. Her roj saziyek diçin li kon nobedê digirin. Heta niha malbatan serî li gelek sazî û rêxistinên mafên mirovan dane. Lê hêj PDK’ê cenaze radestî malbatan nekiriye.

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Îhsan Şukrî têkildarî çalakiya malbatên endamên HPG’ê yên li Sêmalka kon vedane axivî. Îhsan Şukrî, ewil bal kişand ser rol û rista Meclisa Malbatên Şehîdan û wiha got: “Meclisa malbatên şehîdan saziyek sivîl e. Hemû malbatên şehidan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di bin banê xwe de bi rêxistin dike û bi rêve dibe. Nûnertiya vîna wan dike.”

Îhsan, li ser armanca çalakiyê jî rawestiya û wiha got: “Ev çalakî bi navê malbatên şehîdan tê lidarxistin. Çalakiyê 105 roj li pey xwe hişt û li Sînorê Sêmalka hatiye dayîn. Malbat ji hikûmeta PDK’ê dixwazin ku cenazeyan radestî wan bikin. Saziya Malbatên Şehîdan ji bo cenazeyan wergirin têkiliyên xwe bi her sazî û rêxistinan re kiriye. Bi taybet bi Hevya Sor a Kurd a Rojava, Heyva Sor a Kurdistanê, saziyên civaka sivîl, saziyên mafên mirovan, saziyên navneteweyî û neteweyên yekbûyî re hevdîtin kiriye. Deng û daxwazên xwe ji hemû rêxistinên sivîl û mafên mirovan re şandiye.  Ji bo ku ev sazî li ser vê mijarê rawestin û cenazeyan radestî malbatan bikin. Dixwazin li hemberî PDK’ê xwedî helwest bin û PDK cenazeyan radestî malbatan bikin.”

Ji ber helwesta PDK’ê qeyran didome

Îhsan Şukrî, li ser hewldanên malbatan û encamê wê jî rawestiya û wiha axivî: “Vê çalakiyê 105 roj derbas kir. Lê heta niha ji ber helwesta hikûmeta PDK’ê tu encam nehatiye girtin. Hikûmeta PDK’ê naxwaze van cenazeyan radestî malbatan bikin. Ji ber vê yekê ev qeyran û alozî didome. Sedema nedayîna cenazeyan ji aliyê her kesî ve  xuya dike û zelal e. Êdî gelê kurd û kesên welatparêz vê yekê aşkere dibînin. Tê xuyakirin ku plan û peyman di navbera hikûmeta PDK’ê û AKP’ê de hene. Ev yek dibe sedema astengî û qeyranê. PDK ji ber vê yekê li gorî hestê kurdeyatiyê nameşe. Ev helwesta PDK’ê dibe sedem ku vîna  hikûmeta AKP’ê û Erdogan pêş bikeve. Ev hikûmet dijminê herî mezin ê gelê kurd e û nahêle pirsgirêka kurd çareser bibe. Nahêle ku gelê kurd bigêja armanc û azadiya xwe. Tê ditin ku li dijî gelê kurd xeta îxanetê tê meşandin. Têkiliyên li ber çav ên bi hikûmeta AKP’ê û Erdogan re li dijî berjewendiyên gelê kurd e.”

‘Wergirtina cenazeyan meseleya sincî û civakî ye’

Hevserokê Meclisa Malbatan Îhsan Şakir, der barê hewldanên partiyên siyasî û rêxistinên civakî de jî nirxandin kir û ev tişt lê zêde kir: “Em dibînin partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her kesî helwesta xwe nîşan da. Piştgiriya malbatên şehîdan kirin. Gotin meseleya girtina cenazeyan meseleyek sincî, civakî û mirovahî ye. Em dibînin ku di nava hemû zagonên navneteweyî de û di hemû sinc û pîvanên mirovahiyê de nedayîna cenazeyan nayê qebûlkirin. Nedayîna cenazeyan a ji aliyê hêz, partî û rêxistinekê ve bi tu awayî nayê qebûlkirin. Em îro dibînin ku li Rojava piştgirî û xwedîderketina partiyên siyasî û rêxistinên civakî heye. Hemûyan daxuyanî dan û helwesta xwe nîşan dan.  Banga hêzên Neteweyên Yekbûyî û saziyên mafên mirovan kirin. Ji Neteweyên Yekbûyî xwestin ku ev qeyran çareser bibe.”

‘Divê di astek bilindtir de helwestek bê nîşandan’

Îhsan, li ser helwest û hewldanên partî û rêxistinên kurdan ên dervê Rojava jî rawestiya û wiha got: “Em heta hêz û rêxistinên azadîxwaz û welatparêz pîroz dikin. Li başûrê Kurdistanê saziya malbatên şehîdan û hin partiyen siyasî hene. Bi daxuyaniyan piştgiriya xwe anîn ziman. Li bakurê Kurdistanê partiyên wekî HDP, DBP’ê û saziyên malbatên şehîdan daxuyanî dan. Em wekî malbatên şehîdan ên Rojava dixwazin li ser astek hîn mezintir û bilintir kedek bê dayîn. Em dixwazin dengê van malbatan bigînin hêzên navdewletî û bi rengekî xurttir bigînin hêzên Ewropa. Em dibînin ku rola HDP û DBP’ê li bakurê Kurdistanê heye. Dikarin li dijî vê meselê helwestên xwe zêdetir bikin. Dikarin bêtir daxuyaniyan bidin û têkevin nava hewldanan. Dikarin rolek mezintirîn bilîzin. Ji ber pirsgirêka kurdan yek e heviyên me jî ji wan heye. Em dibêjin çar parçeyên Kurdistanê, lê di asta hestên neteweyî de divê em temam bikin. Divê hestên neteweyî hev temam bike.”

‘Divê dengê xwe bêtir bilind bikin’

Îhsan Şakir, li ser helwesta muxalifên hikûmeta Başûr jî ev tişt got: “Helwestek heye. Lê ne li gorî heviyên me ne. Em bang li hemû partiyên siyasî û rêxistinên civakî dikin. Em dixwazin helwest û biryarên wan bêtir xurt be. Bêtir dengê wan bilind be.”

Şakir, li ser girtina deriyê Sêmalka jî rawestiya û wiha bi dawî kir: “Em dibînin ku her tim planek heye. Ev plan li gorî berjewendiyên dagirkerên Kurdistanê ne. Em dibînin ku îro Rojava tê dorpêçkirin. Sedema vê dorpêçkirinê ji bo binxistina meseleya kurdî ye. Dixwazin bi vê yekê millet birçî bihêlin û bi vê yekê serê millet bitewînin. Lê em dibêjin, wekî malbatên şehîdan, piştî vê kedê, piştî avakirina ew qas saziyan û piştî van gavên pîroz em ê tu carî serî netewînin. Bila kes nebêjin dê çavê wan li gezek nan û tiştên jiyanî be. Na. Me zerî netewandiye û em serî natewînin. Biryara saziya malbatên şehîdan zelal û xuya ye. Ev kon me danî ye. Daxwazek me ji bo hikûmeta PDK’ê heye. Em dixwazin cenazeyên malbatan radestî malbatan bikin. Em ê vê çalakiyê berdewam bikin heta ku ev daxwaz pêk bên. Em ê heta dawî li pey daxwazêxwe bin.”