Rojnameya Heftane

Vîrus heman bandorê li hemû kesan nake!

Di nav van rojan de ku cîhan bi Covid-19'ê re ketiye nav xirecirekê, li ser vê rewşê gelek nîqaş û nirxandinên tên kirin. Teoriyên ku dibêjin ev komployoyek e, nîqaşên dibêjin encama polîtîkayên dewletan e, nirxandinên lîberalîzm, komunîzm,…

‘Evîn’ek ku tim evîndar bû!

Gotina dawiyê mirin e, lê mirin jî bi hebûn û jiyanê nikare. Jiyan tenê liv û lebata li ser rûyê erdê nîne, çimkî ew ên ku di dema jiyanê de kêlî bi kêlî xwedî rêbaz û armanc bûn, yê tim…

Ez bihitîm…

Asya Xerzan

 

Di salên heştêyî de, piştî darbeya dozdehê îlonê xelkê bakurê Kurdistanê ji ber êrîşên dewleta tirk ji bêderfetî pêl bi pêl dev ji mal, milk û gundên xwe berdan û ber bi welatên Ewropayê ve koç kirin. Bi taybetî jî kurdên êzîdî koç kirin. Zordariya ku li kurdên êzidî dihate kirin, du qatê zordariya li kurdên misilman bû. Ne tenê ji aliyê dewleta tirk ve, her wisa zilm û zordariya ku ji aliyê kurdên misilman ve li êzidiyan dihate kirin, nayê gotin…

Dema em ji gundê xwe derketin, ez ne biçûk bûm û ne jî mezin. Ez di temenekî wisa de bûm ku ez bibim sedsalî jî, ez ê bîranînên wê demê ji bîr nekim.

Gundê me gundekî xwerû êzidî bû, tenê xwendegeha destpêkê (seretayî) lê hebû. Xwendegeha navîn li bajarokê nêzî gund bû. Şêniyên bajarok hemû misilman bûn.

Êzidiyan ji tirsa misilmanan newêrabûn zarokên xwe bişînin xwendegeha navîn a li bajêr. Bi taybetî jî zarokên keç, ji ber tirsa ku ew direvandin û dikirin misilman, ji ber vê yekê keçên êzidî tenê xwendegeha seretayî li gund dixwendin.

Dewleta tirk bi sedan mal û gundên kurdan şewitandin, bi hezaran kurd derbeder kirin. Hinek ji wan çûne metropolên Tirkiyeyê û hinek çûne Amerîkayê û hinek jî çûne Ewropayê, hema li seranserê dinyayê kurd belav bûn.

Piraniya kurdên êzidî jî xwe li welatê Almanyayê girtin.

Li Almanyayê gava malbatên êzidî serî li penaberiyê didan, di demek kin de dadgehên wan vedibûn, gotinên xwe kêm ne zêde digotin, serlêdana wan a penaberiyê dihate pejirandin û di nav çend salan de jî dibûne hevwelatiyên Almanyayê.

Ev jî babeteke bi serê xwe ye, yek ji planên hevalbendên dewleta tirk û pişaftina kurdên êzidî bû.Lê niha mijara min tiştekî din e.

Serledana penaberên kurdên misilman ji bo mayîna li Almanyayê bi hesanî nedihate                   pejirandin.

Ji bo ku mafê rûniştinê û hemwelatiya Almaniyayê bistînin, divê êzidî bûna.

Li gor baweriya êzidatiyê kesekî ji dê û bav ne êzidî be, nabe êzidî.

Lê bi her awayî pêşîmamê êzidiyan bi mora xwe ya êzidatiyê li misilmanên kurd xwedî derdiket, xêr û gunehê wan dikire stukra xwe û ew helal dikirin.

Wan jî bi derewîn ola êzidatiyê qebûl dikir û bi vî hawî hemû heq û hiquqên mafê mayîna xwe li Almanyayê bi dest dixistin.

Ez werim ser mijarê:

Dema ez çend roj berê wek guhdar beşdarî dadgeha koçberekî îranî bûm û min derewên wî guhdar kirin, ez bihitîm… û hema hindik mabû, ez rabim û bêjim, tu derewan dikî…

Hemû tecawizkar, dizek, mêrkuj û xirabên dewletên ereban (misilmanan) hatine welatên Ewropayê, yek ji van jî herî zêde dewleta Almanyayê ye.

Mirovekî temenê wî 30 salî ye.

Heta 25 saliya xwe, li gor riya îslamê jiyaye, çûye mizgeftê, quran xwendiye û li Tehranê melatî kiriye. 5 sal in li Almanyayê dijî û dixwaze li Almanyayê bimîne, piştî çend caran reda wî tê û nayê qebûlkirin. Vê carê jî biryar dide, ola xwe biguherîne, bibe xiristiyan.

Diçe dêrê, incîlê dixwîne, xwe fêrî hemû dua û cejnên wan dike…

Serê gotina xwe, binê gotina xwe dibêje: Vater Jesus (Îsayê Bav) Gotineke pêşiya: Têjikê mar jî mar e.

Dadgeh û dadwerên alman jî hin caran bi dilnizmiya xwe û ji tirsa navê nedemokrasiyê bi wan keve, tên xapandin û mafê sekna Almanyayê didin wan. Piştî ku dibin hevwelatiyên Almanyayê, li ser navê demokrasiyê mizgeftan vedikin, bi jinên alman re dizewicin, zarokan çêdikin û wan di riya îslamê de perwerde dikin, heke na, wan berdidin û wan bi tenê dihêlin…