26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ez ê çîrokek xweş ji we re binivîsim

Macid Yûsif

Ez ê îro çîrokeke xweş bi we re parve bikim. Îro dîsa min rûpela xwe vekir û ez dixwazim bi şopînerên xwe yên Facebookê re çîrokeke xweş parve bikim. Hema çend deqeyan li hêviya min bin heta hinekî şarja telefonê tije bibe.

Lê ka hinekî bêhna xwe fireh bikin divê ez pêşî telefona xwe bixim şarjê ji ber hindik maye were girtin. Nabe ku ez çîrokê nîvco bikim û telefona min were girtin. Wiha be divê ez li benda elektrîkê bimînim, heta were ez ê telefonê bixim şarjê. Lê gava elektrîk were divê pêşî ez dînemoyê bixebitînim û ava qazana xwe dagirim ji bo wê jî gerek ez ji qata 5 an dakevim jêr dînemoyê bixebitînim.

Wiha be ez ê hinekî din dereng ji we re çîroka xwe binivîsim. Ya baş ez sozê nedim ku kengî ez ê bikaribim ji we re binivîsim. Gava elektrîk hat û min çû dînemo xebitand û ava xwe dagirt û telefona xwe şarj kir ez ê ji we re çîroka xwe binivîsim.
Lê tiştek din heye mîratê dema nû tê carnan wiha zêde û bilind tê ku alavên malê tevî dişewitîne, hema xwedê bistirîne û telefona min jî bi xwe re xera neke. Heke bê qeza û bela eletrîk hat û min ava xwe dagirt û telefona xwe şarj kir ez ê fîncaneke qehweya xwe jî deynim ber xwe û ji we re çîroka xwe binivîsim.

Min behsa qehweyê kir hat bîra min ku cerê gaza me jî vala bûye. De tiştek nabe ez karim bi erebeya xwe Qamişlo serobino bikim û cerekê gazê peyda bikim. Lawo ez dibêjim Qamişlo serobino bikim lê hûn dizanin lîtreya benzînê bûye 1600 lîreyê Sûriyeyê. Nebêje waawo …ez ji te re bêjim kîskê nan jî ku 5 nan tê de hene bûye bi 1500 lîreyê Sûrîyeyê.
De heyra em çawa bikin ez nikarim sozê bidim we ku ez ê kengî bikaribim van tiştên min gotin tevan bikim û paşê ji we re çîrokekê binivîsim. Lê bi soz kengî em ew tev bê qeza û bela kirin ez ê çîrokeke xwe ji we re binivîsim……