26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ez ji beriya Mêrdînê me!

Konê Reş

Ezbenî! Ez ji beriya Mêrdînê; kezeba Mezopotamiyayê me… Ev beriya ku ji destpêka mirovahiyê ve şûnwar lê hatine avakirin, hesp lê hatine kedîkirin, genim lê hatiye çandin, erebe û tekel lê hatine çêkirin… Erê, ji mêj ve gelek şaristanî li ser axa wê hatine avakirin, gelek nijad tê re derbas bûne, pemayên xwe, şop û şûna xwe li ser axa wê hiştine wek; Til Helef (Waşokanî), Til Birak (Qehat), Til Bêder (Nabada), Til Erbîd (Aşnakom), Til Mozan (Orkêş), Çaxir Bazar, Girê Êlûnê, Girê Bihemdûnê û bi sedan girên dîrokî yên din ku li beriya Mêrdînê belav in.

Di ser axa wê ya dîrokî re Sobarî, Somerî û Akadî derbas bûne… Artêşên Hûriyan, Hisiyan, Mîtaniyan û Aşûriyan şerê hev kirine û tevan tovê xwe di nav axa wê de çandine. Li ser axa wê, gelek caran fars û romê şerê hev kirine û hev westandine. Di esmanê wê de dengê oldarên Somerî û Babiliyan bilind bûye û li ser peravên çemê wê duayên xwedênasên Mîtanî û Aramiyan li hev vegeriyaye. Erê, eger Cizîra Binxetê dilê Mezopotamyayê be, beriya Mêrdînê kezeba wê ye û ez neferek im ji vê beriyê.

Ezbenî! Zargotina me, folklora me bi pend û gotinên pêşiyan dagirtî ye. Ewên ku ji encamên serboriya hezarê salan ve, di nav civaka xelkên beriya Mêrdînê de rûdane, baweriya gel bi wan hatiye û ji gel re bûne wek yasayên mîna: “Kesê ne kes be nabe kes, kurtanê kerê nabe etles” an “gelekî nede ber dasê ku das nemîne asê”.

Ezbenî! Hê jî rewşenbîriya me mîna çemê Ferat, Dicle, Xabûr, Zab û Hêzilê diherike. Ava gelek rûbar, zê, kanî û cogên kurdistanî tev lê dibe û kes nizane destpêk ji ku ye. Belê ezbenî, îro roj, ‘tu hêvî ji me kurdistaniyan re nemaye’ ji bilî ziman û rewşenbîriya me û hebûna me ya şaristanî di nav xelkên cîhane de! Pêdiviya me bi semyanekî rewşenbîrî heye, semyanekî ku afirêner û spehî be. Pêdiviya me bi pisporên ramyarî û rewşenbîrî heye, ewên ku ronahiyê li pêş gel vêxînin û gel di asoyên berfireh re derbasî pêşerojên geş û rojên ayende yên xweş bikin.

Belê ezbenî, neyar ji çar hawêr ve tixûban li ber me datîne. Rêka çûk ji ber me digire, tev derfetên bêhinvedanê bi sînor dike. Welatî jî, ji neçarî, berê xwe didin dergehên xwedê; li sirgûnî û zîvariyan belav dibin. Xwedê li hawara kesekî nehatiye, aqil daye, mejî daye û ji evdê xwe re gotiye; rab, ez bi te re.

Ezbenî! Dema ku ez li rewşa welat û zimanê welatiyên xwe diponijim, ji min ve diyar e ku zimanê me maka gelek zimanên Rojhilata Navîn û Mezopotamyayê ye. Belê ezbenî, çendî em zimanê xwe bikar bînin; pê biaxivin, bixwînin û binivîsin, em qenciyê li xwe dikin, resenî û mezinbûna zimanê xwe diparêzin û di nav xelkên dinyayê de berz û bilind dikin. Ezbenî! Bawer bikin, tirsa gelek dewletên cîran ji zimanê me heye! Ji ber ku dîrok û hebûna me di zimanê me de ye. Gelek caran, li axa welatê xwe diponijim û ji xwe re dibêjim; ax dayika me ye; her tiştê me ji axê ye û li axê vegerin, pêwîst e em li vê axa ku wek dayika me ye miqate bin. Erê, gereke em li axa xwe miqate bin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê