26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Fêdeya xwendina bideng

Xwendina bi deng alîkariya pêşketina zarokan dike û têkiliyên dê û bav û zarokan xurtir û geştir dike. Ji derî pêşketin û têkiliyan çend sedemên erênî, kelk û sûdgirtinê hene ku mirov ji zarokên xwe re pirtûkê bi deng bixwîne. Ez dikarim van sedemên bi kelk û sûd wiha bi rêz bike:

Hînbûna xwendinê hêsantir û leztir dike. Dema mirov ji zarokan re bi deng dixwîne, zarok li peyvan guhdarî dikin û gencîniya (xezîne) peyvên wan pirtir û dewlementir dibe. Hatiye ceribandin ku zarokên li malê dê û bavên wan ji wan re pirtûk xwendine, dema çûne zarokxaneyê ew ji zarokên din bêtir peyv dizanibûne, fêm kirine û bi kar anîne. Ferqên mezin di navbera zarokên ku ji wan re pirtûk hatine xwendin û yên ku nehatine xwendin de hene. Zarokên ku li malê ji wan re pirtûk hatine xwendin, zû hînê xwendin û nivîsandinê dibin.

Dê û bav û zarok bi xwendina bi deng demeke hevbeş û hevgeş derbas dikin. Zarok bala xwe didin ew kesên ku ji wan re dixwînin. Ew kêlî xwendevan û zarok di nav xwe de nêzîkatiyeke germ hîs dikin. Dilovaniya zarok û dê û bav geş û xweş dibe. Bi hevdu re demeke şad û bextewar derbas dikin.

Zarok fêrî xwendina pirtûkê dibin. Ji bo zarokan xwendina pirtûkê karekî ne hêsan e. Zarok dema dêna xwe didin dê an bav çawa pirtûk dixwîne, ew dixwazin dê û bavên xwe kopî bikin. Demek bi şûn ve, mirov binêre zarokên biçûk ku hîn nikare bixwîne jî rûpelan ji aliyê rastê ber bi çepê ve diqelibînin û dixwazin lê binêrin. Zarok dema gotinek an hevokek fam nekin ji dê û bavên xwe dipirsin, “ev çi ye, ev çi dike” an “çi dibêje?”

Xwedina pirtûkê hestên rojane xurt dike, rewşeke aram û xweşhal diafrîne. Mirov ji pirtûkan gelek tiştên sûdmend werdigre. Bi xwendina pirtûkan rewşa heyî fêr dibe.

Xwendina pirtûkan mirov hînî konsantrebûn û baldariyê dike. Dema zarok rûdinin û guhdarî dikin, xwe li xwendinê konsatre dikin. Ew hînê guhdarî û xweragirtinê dibin.

Bi alîkariya xwendina bi deng zarokên biçûk dikarin demek zû dest bi axaftinê bikin. Ew hîn nikarin biaxivin lê hêdî hêdî dike pilepil û dest bi axaftinê dikin. Kîte û peyvan bi lêv dikin. Kilîda devê wan vedibe.

Bi xwendina bi deng û bi fêrbûna peyvan re, formulekirina peyv û hevokan hîn dibin. Hîn dibin ku peyvan çawa li du hev rêz bikin. Hînê xweîfadekirinê dibin.

Tema û mijarên pirtûkên zarokan rengîn û zengîn in. Di wan de hin peyvên giran hene ku zarok hîn nikarin fêm bikin, dê yan bav wan peyvên wiha bi zimanê ku zarok fêm bikin, dibêjin an şîrove dikin.

Pirtûkê bi xweşikî û hêsayî bixwînin. Dema mirov bi dil û can bixwîne, zarok jî bi kêf û dil û can guhdariya mirov dikin. Xwendina bi deng, bi jest û mîmikan weke şanogerek rengîntir û balkêştir bikin. Carnan mijarê bi jîyana zarok, malbat û derdora xwe ve girê bidin; wê demê zarok baştir fêm dike û şad dibe. Xwendina pirtûkan cîhana hişmendî û fantaziya zarokan bi pêş dixe, dewlementir û geş dike. Rêya jiyaneke serkeftî li pêşiya zarokan vedike.

Li Swêdê di sala 2019’an de ji 2 hezar 710 dê û bavan pirsîne ka ji zarokên xwe yên di
navbera salên 0‐9’an de, salê çend caran bi dengê bilind pirtûk xwendine. Encama
lêkolînê wiha ye:

Her roj %30
Di heftê de çend car %31
Di heftê de carek %10
Di mehê de 2‐3 car %8
Di mehê de carek %5
Di 2 ‐3 mehan de carek %3
Di nîv salî de carek %1
Di salê de carek %0
Di salê de çend car %4
Hîç %6
Nizanim %1

Dîsa ji wan kesan pirsîne ka çend xulek (deqîqe) pirtûk ji zarokên xwe re xwendine:

5 xulek an kêmtir %9
6 ‐10 xulek %27
11‐ 15 xulek %35
16‐30 xulek %20
31‐45 xulek %4
46‐60 xulek %2
46‐60 xulek %1

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê