26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Vîna bedenên birçî

Tevgerên siyasî û civakî yên ji bo azadî û wekheviyê têdikoşin, ji bo gihiştina armanca xwe, mobîlîzekirina civakê û mirovan û bi taybetî li dijî zilm û zordariyê gelek amûrên têkoşînê bi pêş dixînin. Her wiha amûrên li dijî newekhevî, bêedaletî, mêtingerî ango bi giştî li hemberî dijminatiyê tên bipêşxistin cur bi cur in. Ji têkoşîna biçek bigirin, heta ya bêçek, ji ya muxalefeta nav pergala parlamenteriyê bigirin, heta ya derveyî wê û ji yên çalak bigirin heta yên pasîf gelek amûrên berfireh digirin nav xwe.  Greva birçîbûnê yek ji teşeyên çalakiyên polîtîk e û mirov di vê çalakiyê de bedena xwe wek kirde ji bo biserketina armanca xwe dide ber birçîbûnê.

Çalakiya greva birçîbûnê wek fenomeneke polîtîk û çandî destpêkê nîvê sedsala 18’an ji hêla tevgerên li dijî koletî û îşkenceyê wek teşeyeke çalakiyê hat bikaranîn. Bêguman li dijî koletiyê bedana ku hatiye dîlgirtin -û ne ya te bixwe ye- birçîhiştin serî rakirineke bêhempa bû. Ji xeynî vê bi vî awayî bala civakê bi ser êşa xwe ve kişandin (zilm), êşê pêhestkirin (empatî), nirxên mirovbûnê bi carekê bibîrxistin (wijdan) pêwîst bûn.  Ji wê demê ve ye ‘laşê birçî’ wek amûra rexneya polîtîk a li dijî serdestan tê dîtin û bi vî awayî ‘mirov’ di çalakiya xwe de hem bedenî hem derûnî wek kirdeya esasî derdikeve pêş.

Biryara birçîbûnê hêza exlaqî (moral) ya kesa/ê çalakger nîşan dide. Ji ber vê yekê ye ku heta çalakger bixwe biryara bidawîanîna çalakiyê neynin, tu hêz û tu kes nikare vê yekê bi zorê bi wan bidekirin. Ji bilî vîna xurt û biryardayîna bêşik, ruhê fedayîtiyê di bedena mirov de temsîliyeta xwe dibîne. Lewre îrade û kesayeta bihêz, ji hêza hemû serdestan xurtir e.

Di sedsala 19’an de, ev çalakî bi giranî ji hêla şoreşgerên dîlgirtî ve li girtîgehên her çar aliyê cîhanê li hemberî rewşên dermirovî û ji bo pejirandina nasnameya wan a siyasî wek ‘çek’ hat bikaranîn. Yekemîn çalakiyên greva birçîbûnê yên bi daxwazên polîtîk ên girtiyên siyasî di sala 1909’an de ji hêla jinên Sufrajet ve li Brîtanyayê û dûre di sala 1917’an de li Amerîkayê ji bo mafê hilbijartina jinan hatin lidarxistin. Heta destpêkê ev çalakî ji ber pêşengiya jinan wek çalakiya jinan dihat dîtin. Lê di demeke kin de ev teşeya protestoyê ji hêla gelek tevgerên şoreşger, civakî û çepgir ve wek çalakiyeke polîtîk û kolektîf hat bikaranîn.

Di dîroka têkoşîna her çar parçeyên Kurdistanê de berxwedanên li girtîgehan xwedî cihekî dîrokî ne. Ji xeynî zilm û zordariya dewletan û îşkenceyên wan ên bêemsal berxwedêriya li dijî vê yekê bûye mijara bi sedan çîrok, stran, helbest, mesel û nivîsan. Girtîgeh di vê çarçoveyê de hem wek rûyê tazî yê dagirkeriyê û hem jî rûyê tazî yê têkoşînê xwe dane der. Her wiha di pêşketina Tevgera Azadiya Kurdistanê de pêşengiya li girtîgehan û çalakiyên greva birçîbûnê/mirinê ji zû de di bîra civakî de cihê xwe girtine. Ji hêlekê de bi dîlgirtîbûna xwe û ji hêla din ve bi înkarkirina hebûna xwe girtiyên siyasî di girtîgehên dewleta dagirker de temsîla tevgerên li dijî koletî û îşkenceyê yên sedsala 18’an dikirin. Laşê wan jî ji wan hatibû girtin û ew laş bi birçîbûnê li dijî faşîzmê bû çeka herî mezin û bi bandor û her wiha bû yek ji sembola berxwedan û azadiyê.

Gotina Kemal Pîr ku tev li Hayrî Durmuş, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz di 14’ê Tîrmeha 1982’yan de dest bi Rojiya Mirinê kir, dibêje “bi qasî ku em di rêya wê de jiyana xwe feda bikin, ji jiyanê hez dikin” wateya grevên birçîbûnê/mirinê ji bo şoreşgeran diyar dike. Ew ji bo jiyaneke azad û biheqîqet jiyana heyî didin ber mirinê û bêguman ne ji bo jiyaneke takekesî. Ji bo têkoşînê û azadiyê jiyana xwe feda kirin yek ji karakterîstîkên têkoşeran e. Lê vê yekê bi birçîhiştina bedena xwe kirin, her roj, kêlî bi kêlî jiyîn vîneke bêhempa dixwaze. Ev vîn û bawerî di têkoşêrên azadiya Kurdistanê de her daîm hebû. Ji salên 1980’yî heta roja me ya îro girtiyên siyasî li girtîgehan, li yek ji qadên têkoşînê yên herî dijwar, di kêliyên dîrokî de wek wijdana civakê derdikevin pêş û bedena xwe ji têkoşînê re dikin sîper.

Greva birçîbûnê yên girtîgehê ji hêla çalakgeran ve wekî ‘rêya herî dawî’ tê dîtin. Di rewşa xwe ya sînorkirî de hem dixwazin ji siyaseta xitimandî re, ji ragihandin û protestoyên polîtîk ên din re rê vekin û hem jî bi vî awayî dixwazin wek yek ji aktorên têkoşînê helwesta xwe ya polîtîk nîşan bidin. Serkeftina greva birçîbûnê ji xeynî bicihanîna daxwazan di balkişandina ser mijar û çalakiyê de ye. Girtiyên siyasî bi çalakiya xwe peyamê tenê ji dewletê re naşînin. Her çiqas daxwaz ji rayederên dewletê re bên rêzekirin jî, li hêla din xîtabî wijdanê civakê dikin. Dixwazin êşa xwe bi civakê bidin hestkirin, dengê xwe bidin bihîstin. A ku dikeve ser milê me, nirxên mirovbûnê, ji nû ve bi bîr dixin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê