spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Yekitî paşa

Arşîvên kurdan tije pêşnûma, bername û hedefên li ser yekitiya kurdan û dijberê wê ne. Gotina ku herî zêde hatiye û tê şixulandin jî “yekitî” ye ku tayên porê me jî şaneyên xwîna me jî bi vê gotinê kemilîne, dikemilin lê yekitî kanê? Çi dike ev gotina ku di devê me de zengarî, di derûniya me de kufikî bûye! Carna dibêjim, gere mirov peyvan jî ramanan jî berovajî bike, mîsal; belkî yekitî “yekitî” nîn e û yekitiyê nayne.

Niha li vir, yekitî wekî xeyalek (peyrewek) dirinde mîkrofonê digire û dibêje; “Çawa wiha dibêjî?” û mînakan rêz dike; “Kongreya Afrîkaya Başûr” (ANC) kongreya nizanim li ku û serkeftinên wê ji min re ne xem e. Lew Şêx Ubeydulah Nehriyê ku yekem car konferensa neteweyî li dar xistiye, hem jî li çiyayên Kurdistanê û di nav agirê berxwedanê de! Yanî yekitî, civîna yekitiyê ANC, li welatê me çêbûye lê xêra we ne ji wê re ne jî ji me re çêbûye.

Lew hem têkoşîna sosyalîzma reel, hem jî rewşên li ber çavan nîşan didin ku bi belavok, civîn, encamname û deklerasyonan; dîrok jî civak jî mirov jî naguherin û nabin yek! Mînak; Partiya Komunîst a Sovyetê berî hilweşandinê jî bi belavokan diyar dikir ku ew “Sosyalîzma bêqusûr û serkeftî” nizanin ji kengî ve gihîştiye merheleya komunîzmê. Belkî jî anarşîst ji roja roj de mafdar û zanyar bûn ku digotin; “Bi qirtasiyevaniyê tiştek naçe serî, mane û armanc pêk nayê.” Her wiha şoreşger û romantîka ebedî Rosa Luksemburg jî dibêje; “Şoreş jî yekitî jî bi giştîname, talîmat û belavokan pêk nayê!” Jixwe di dema wan de jî eniya çep xwe ji bo “yekitiyê” diperitand û bi dehan bername û belavok li hev diqelibîn, bi sedan kongre çêdibûn; belam yekitî li wir jî xeyaletek bû û li zirneya xwe dixist. Her wiha belkî Yekitiya Sovyetê jî bû qurbana yekitiya xwe! Bi kurtasî lazim e em rêbazê biguherînin. Ma dengê Îhsan Nûrî, Celadet, Cegerxwîn û Mestûre Erdelanî jî nayê me? Ew jî tev ji destê yekitî paşa nebûn perwaneyên şewitî…

Yekitî paşa dîsa mîkrofonê digire û dibêje; “Ma Kurdistan çar perçe ye, çawa behsa yekitiyê neyê kirin?”  Belê, çar, an pênc parçe ye û kurd jî nizanim çend sed parçe ne û ev yek li hesabê te tê! Tu wekî zîloyan li xwîna vê rastiyê dimêjî û wiha me di nav heriya “yekitiyê” de dihêlî û bi vî awayî jî belawelatir dikî. Bi kurtasî, em hemû bêzar, aciz û westiyayiyê “yekitiyê” ne, ey yekitiya belavker! Yekitî nabe! Ji bo ku em jî neşibin te, naxwazim reçete û bendên belavokan bidim pey hev û ji xwe dê hingê jî nebe çare. Lew “ev qad” ji (belavok, reçete û hwd.) qada reqabet û pêşbaziyek çavsor e lê belkî jî yekitî ew e ku her kes bibe kirde, serdestî yan bindestî, kêmar an piranî hukmê xwe winda bike û bang û hewara saziyan, ên dubare li ber bayê neçin ku êdî ba jî; ji van bangewaziyên bêencam aciz bûye.

Seydayê Cegerxwîn dibêje; “Em nebin yek/em ê herin yek bi yek” (Xwezî bi wan rojên ku bavê min ê ronakbîr, dîwanên Cegerxwîn ji ber û bi dengek dildar dixwend û kêliyên jiyanê bi robara helbestê bi oxir dikir!) Wateya vê yekê ne yekitî paşa ye. Jixwe em nebûne “yek” ne jî çûne “yek bi yek” lê em hatin ber devê birînek wisa ku ger em bi “yekitiyên nû” fir nedin xwe, em ê tê de bifetisin jixwe em nefetisin jî dê “yekitî” bi artêşên xwe yên xeyalet û qîçbeş, me tune bike. Beriya ku xatir bixwazim vê jî bi bîr bînim: ANC, Afrîkaya Başûr wisa “kir yek” ku niha gola xwînê ye û bêdeng û hes, her kesê difetisîne. Yanî mînak; tenê ‘mînak’ in.

Xatir xwestin destên xeyalperestiyê/li bin xalîçeyan zîldan/lêvên wê yên badok/ketin xewna me/bi kemanek nexweşok/lê dîsa jî xweş bû xeyalperestî/Bi pepikên tazî li ser agir dimeşiya.”

*Min bi zanetî behsa yekitiyên serdestan nekir lê NATO û YE’yê jî “yekitî” ne.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê