26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Derd kurdî be, derman ji malê ye

Tu carî bi qasî niha nîqaşên xetereya li ser kurdî nedihat kirin. Bi rastî nîqaşeke derengmayî ye jî çunkî li gorî rapora UNESCO’yê kurdiya kirmanckî di nav wan zimanan de ye ku bi mirinê re rûbirû ye. Her kes li gor xwe tespîtan dike, li sedeman digere, xebatan dike û li gor xwe çareyekê tîne zimên û fikrên xwe jî wek çareya tekane dihesibîne. Di nav van pêşniyazan de yek heye ku zêdetir li pêş e û hingî pê bawer in ku li ser zimanê milyonan ev gotin û bûye slogan: “Bila kurdî bibe zimanê fermî”.

Bêguman daxwazeke pîroz e û divê pêk were, lê carinan piştî van pêşniyaz û sloganan xetereyek jî derdikeve pêşiya me. Ev bawerî û slogan carinan nahêle ku mirov li ber xwe jî bide. Ango mirov ji dêvla çalak be, bi gotinekê dilê xwe rehet dikin û wekî din tev nalivin. Niha di nav kurdan de gelek kes bawer dikin ku kurdî nebe zimanê fermî û li dibistanan neyê xwendin dê bibe zimanekî mirî. Ez ne li hember vê fikrê me ku bibêjim xetereyeke wisa tune ye. Çunkî li gorî UNESCO’yê ji 1950’yî heta niha li ser rûyê cîhanê 200 ziman mirine. Ew tirsa min jî heye ku kurdî bimire lê çare û pêşniyaza min a sereke, ne fermîkirin û xwendina kurdî ye. Heke em bibêjin fermîbûna zimanekî, wî zimanî ji mirinê xelas dike û çare ye, nexwe beriya nivîsê ev ziman çawa bi hezaran salan li ber xwe da? Yan jî berovajî vê pirsê, zimanên ku bi sedan salan fermî bûn û li dibistanan dihatin xwendin, çima mirin? Piştî van gotinan gelo ne heq e ku em vêya jî bipirsin; em li hêviya fermiyeta kurdî bin, dê kurdî nemire? Li gor min heke ev feraset û bawerî belav bibe, dibe ku kurdî heta 10 salan bibe zimanê kal û pîran.

Dîsa em ê li deriyê dilê zarokan bidin û bibin mêvan ku ji me re bibin derman. Ango derd kurdî be, derman zarok in. Hema hema li mala her kesî zarokek heye. Ka bînin bîra xwe. Belkî cara ewilî em bi dengderxistina wan zarokan bi hebûna wan a li malê dihesin û dengderxistina wan coşeke mezin dide me. Qet ferq nake ku ew pitik çi deng derxistibin yan jî çi peyv, kêfeke mezin dide me. Em jî piştî wan dengan zêdetir bi wan re dipeyivin ku zarok hînî axaftinê bibin. Armanca me jî ew e ku ew zarok mezin bû şûn de, karibin hest, fikir û derd û a dilê xwe ji me re bibêjin. Ango em dixwazin peywendiyê bi wan re deynin. Li vir veguhestinek heye, veguhestinek ji mezinan ji bo zarokan. Ziman bîr e, heke ew bîr neyê veguhestin dê biçe ji bîr û bimire jî! Gelo em tu kes li malê bi zarokan re nepeyivin, dê ew zarok hînî zimên bibin? Belkî tenê dengên xwezayî zanibin! Jixwe li gorî lêkolînên ku hatine kirin diyar bûye zarokên li mala xwe mezin bûne, ji yên êtîmxaneyan mezin bûne zêdetir peyvan dizanin. Nexwe ji bo peywendiyeke xurt ma ne hewce ye em zarokên xwe bi zimanê xwe mezin bikin û ew jî zarokên xwe… Lê ka em çend kes zarokên xwe bi zimanê xwe mezin dikin? Bav û kalên me ku vî zimanî hezaran salan bê nivîs, bê fermîtî û bê xwendin parastine û ji me re kirine xezîne danîne ber me lê em xatirê vê tecrûbeyê nizanin û çavê xwe li dermanê xwe re digirin. Çunkî êdî ji aliyê gelek zimannasan ve tê piştrastkirin ku zimanek nebe zimanê zarokan, dê ew ziman bimire.

Baş e ku ji aliyê hişmendiyê ve pêşveçûneke wisa jî heye di nav me kurdan de. Ango êdî em jî baş dizanin ku parazvanê herî mezin yê zimanekî zarok in. Em kengî vê xetereyê dibînin wek pêşniyaz em vêya dibêjin. Çunkî li gorî lêkolîneke Rawestê ya ku di sala 2019’an de bi navê “Rewşa kurdî di navbera zarok û dê û bavan de” hatiye kirin ji sedî 88’ê kurdan dixwazin ku zarokên wan hînî kurdî (kurmancî/zazakî) bibin. Rêjeyeke gelekî baş e, lê mixabin wek xetereya li ser zimên, me vêya jî kiriye slogan û em dibêjin; bi zarokên xwe re bi kurdî bipeyivin. Bêguman ev jî rast e, teqez divê her kurd bi zarokên xwe re bi kurdî bipeyive, lê piştî vê rastiyê, xetereyeke din jî derketiye pêşiya me. Ango em dibînin daxwaza me ji rastiya me dûr e. Gelo ji bo zimanek nemire daxwaza axaftina kurdî bi zarokan re bes e? Mixabin ne bes e çunkî di navbera daxwaz û hewldanê de ferqeke pir mezin heye. Çunkî li gor heman lêkolînê ya Rawestê, tenê ji sedî 14’yê kurdan hewl didin ku zarokên wan hînî kurdî bibin. Bêguman çare axaftina bi zarokan e lê ev jî divê bi awayekî xurt bê kirin.

Ka em dev ji vê nîqaşa daxwaz û rastiya kurdan berdin û li xwe vegerin çunkî li me dereng e.  Êdî gelek kes pê dizanin ku mixabin dibe ku axaftina bi kurdî ya bi zarokan re jî vî zimanî xelas neke. Nexwe piştî van gotinan belkî çare ne tenê axaftin be, divê em bi zarokan re kurdî bijîn. Çunkî li ser rûyê dinyayê guherîneke mezin heye û zarok jî li ber wî bayê guherînê ne. Nexwe divê zarokên xwe bi tiştên herî xweş û hêja mezin bikin ku li hember vî bayê xedar têk neçin. Bêguman rêyeke nû divê ji me re. Ne ferz e ku em di rêya serdestê xwe re herin ku xwe bigihînin wan. Divê em rêyeke serkeftî û kurdewar bibînin. Çunkî zarok ew zîndî ye ku tiştên xweş bala wan dikişînin. Tiştên biçûk ku bala me nakişînin, carinan dibin xeyalên wan. Xetereyeke din jî ew e ku zarokên kurdan duziman in lê mixabin duzimaniyeke wan ya kêmanî heye. Ango zimanê wan yê zikmakî têk diçe û zimanê serdest dikeve şûna zimanê wan ê zikmakî. Sal êdî 2021 û teknolojî roj bi roj bi pêş ve diçe. Çandeke populer heye ku me tevan daye ber xwe û me li dû xwe kaş dike. Dengên baş derdikevin, anîmasyonên baş tên çêkirin, wêneyên rengîn tên xêzkirin û karekterên ku bala zarokan dikşînin tên avakirin. Mixabin ev jî bi piranî bi zimanê serdestan tên çêkirin. Gelo ligel ew qas pêşketin, em ê bikaribin zimanekî tenê bi axaftinê li ser piyan bihêlin?

Nexwe êdî ne wextê gotinan e. Divê êdî em daxwaza xwe bi hewldaneke xurt bihûnin û divê jiyana me bi kurdî be. Divê em zarokên xwe bi muzîka xwe, bi hunera xwe, bi xweşiyên civaka xwe, bi xwezaya xwe û bi tiştên hêja û biqelîte mezin bikin ku em vî zimanî nedin ber bayê mirinê.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê