26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Fermandara jin a ewil ya li fezayê; Samanta Crîstoforettî

Di ger û geşta fezayî de bi giştî reng durfê mêran xuya dibe. Lê belê hêdî hêdî reng û dengê jinan jî li fezayê berz dibe. Li Îtalyayê jina fezager (astronot) a ewil a ku derkete gera fezayî Samanta Crîstoforettî dê di sala 2022’an de cara duduyan derkeve gera fezayî. Lê vê carê Samanta dê fermandariya vê gera fezayî bike.

Berê du astronotên amerîkî çûbûn fezayê û fermandariya îstasyona fezayî ya navneteweyî kiribûn. Samanta dê di vê gera xwe de îstasyona fezayî ya navneteweyî bi rê ve bibe ku ev îstasyona sêyemîn a herî mezin a fezayî ye. Piştî du amerîkiyan Samanta dê bibe jina ewil a ewropî ku fermandariya îstasyoneke fezayî dike. Samanta dê her roj der barê fezayê de agahiyan bi awayekî zindî parve bike.

Samanta der barê vê biryarê de kêfxweşiya xwe anî ziman û wiha got: “Ez şanaz im ku li ser navê Ewropayê ji bo vê gerê wekî fermandar hatim peywirdarkirin. Ez bi kelecan im ku bi azmûn û tecrûbeyên xwe yên min li cîhanê bi dest xistine pêşengtiya komeke şareza a rêgehê bikim.”

Ji bo yên ku dixwazin serpêhatiyên Samanta û koma wê guhdar bikin û bibînin dê li ser ESA Web Tv’yê der barê fezayê û fezageriyê de tiştên balê dikişînin parve bike. Ji 31’ê gulanê roja duşemê pê ve Samanta dê nîv saetî sohbeteke zindî pêk bîne.

Samanta cara ewil di sala 2014’an de di çarçoveya bernameya “Futura” a Ajansa Fezayî ya Ewropayê de çûbû fezayê û 199 roj û 16 saetan li Îstasyona Fezayî ya Navneteweyî kar kiribû. Her wiha bi vê bernameyê Samanta bûbû fezagera ewil a li fezayê herî zêde dem derbas kiriye.

Çavkanî/JINHA