27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jinên başûrî operasyon şermezar kirin

Jinên Azadiya Kurdistanê (RJAK), dayikên Şehîdan û Dayikên Laçik Spî pîştî ku Kongreya xwe ya 5’emîn li darxistin bi boneya operasyona Tirkiyeyê ya li ser axa başûrê Kurdistanê, daxûyanî dan.
Di daxuyaniya ku ji aliyê mamostaya Zanîngehê Wijdan Nuredîn ve hat dayîn de operasyona Tirkiyeyê ya li ser xaka başûr hat şermezarkirin.
Wijdan Nuredîn di axaftina xwe de wiha got: “Kombûna me ya li vê derê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê û Îraqê ye. Em wek dayikên başûr vê dagirkareya ser xaka me tê kirin, na pejirînin. Amadebûna me ya li vê derê ji bo nîşandana rola xwe ya ji bo niştimaniya Kurdistanê ye. Em minetdarê keda şervanên xwe ne, hûn sembola azadiya Kurdistanê û parastina xaka niştimanin. Em carek din dibêjin ji dagirkeriyê re na, bijî yekitiya Kurdan, bijî parêzvanên xaka Kurdistanê.”
Daxuyaniya çapemeniyê bi duruşmên ‘Bimre Îxanet’ û ‘Bijî yekîtiya Kurdan’ bi dawî bû.