26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Fîgen Yuksekdag peyam ji bo malbatên di Nobeda Edaletê de ne şand

‘Nobeda Edaletê’ ya xizmên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên ku înfazên wan hatine şewitandin bên berdan li Baroya Amedê dane destpêkirin di roja 21’ê de berdewam dike. Hevseroka Giştî ya berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag ku li Girtîgeha Tîpa F a Kalkandereyê girtî ye, bi nameyekê piştgirî da malbatên girtiyan.

Nameya ku Yuksekdag şandiye wiha ye:

“Ji dayikan re;

Dayikên hêja, bi hezkirin û hesreta herî ji dil we silav dikim. Hûn li derve dibin deng û bêhna me. Bila hewldan û çalakiyên we hertim hêztir bin. Em li hundir ji bo dilê we yê bedew, keda we wijdana we û ji bo gelê xwe li ber xwe didin. Heta ku em ji hundir hûn ji derve deng vedin û li ber xwe bidin, wê hemû dîwarên zindanê hilweşin. Em ji dil û can bawer dikin. Ji bo berdana girtiyên nexweş em ê têkoşîna demokratîk bilind bikin, li dora nirxên mirovahiyê em ê bibin yek.”