6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parlamenterên Swîsreyî li hemberî çekên kîmyewî pêşnûma pêşkêşî hikûmetê kirin

Parlamenterên Parlamentoya Neteweyî yên ji Partiya Sosyalîst a Swîsreyê (SP) Fabian Molina û Claudia Friedl di rûniştina parlamentoyê de li ser helwesta Konseya Federal a têkildarî çekên kîmyewî yên dewleta tirk li dijî kurdan bikartîne pêşnûmeyek pêşkêşê hikûmetê kirin.

Fabian Molina diyar kir ku di gelek nûçeyên tên weşandin de tê gotin ku artêşa tirk li herêma xweser a Kurdistanê gazên jehriyê bi kar aniye ku Tirkiyeyê bi vî rengî Protokola Cenevreyê, Peymana Çekên Biyolojîk, Peymana Çekên Kîmyewî û hiqûqa navneteweyî binpê kiriye. Fabian Molina ji Parlamenta Neteweyî ya Swîsreyê xwest ku bersiva van pirsan bide:

– Swîsreyê ji hikumeta Tirkiyeyê xwest ku daxuyaniyekê bide?

– Kîjan mijar di kîjan astê de hat nîqaşkirin?

– Swîsre bi lêpirsînek serbixwe ya saziyeke navneteweyî yan jî Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî ve girêdayî ye?

– Gaza ku tê texmînkirin hatiye bikaranîn berhema Swîsreyê ye? Gelo ev yek dikare ji nedîtî ve bê? Eger bi vî rengî be, çima?

Claudia Friedl jî di pêşnûmeya xwe de bi bîr xist ku di êrişên leşkerî yên Tirkiyeyê de ku li dijî kurdên li başûrê Kurdistanê pêk tên, li cih û warên sivîlan hatiye xistin, sivîlan jiyana xwe ji dest dane û çekên kîmyewî yên qedexekirî hatine bikaranîn. Claudia Friedl daxwaza bersiva van pirsan kir:

– Haya Konseya Federal ji van sûcdariyan heye?

– Gelo tê zanîn ku çekên kîmyewî hatine bikaranîn yan na?

– Amade ye ku têkildarî van bûyeran lêpirsîneke navneteweyî bixwaze yan jî piştgiriyê bide?

Di rûniştina doh a Parlamentoya Federal a Swîsreyê de, pêşnûmeya 14 parlamenteran ên ji Partiya Sosyalîst, Partiya Keskan û Solidarite hatibû pêşkêşkirin.