6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hevpeymaniya Jinên başûrê Kurdistanê hat ragihandin

Li bajarê Hewlêrê rêxistina ‘Ji bo Geşepêdana Mirovî’ bi hevkariya rêxistineke norwêcî ya bi navê NPA û Encûmena Bilind ya Jinan, hevpeymaniya jinan ragihandin.

Yek ji damêzrênera Hevpeymaniya Jinan Bahar Elî Qadir diyar kir Hevpeymaniya Jinan ji jinên çar parêzgehên başûrê Kurdistanê pêktên û wiha got: “Piraniya rêxistin û çalakvanên jin di nav vê hevpeymaniyê de cih digirin. Armanca me ya sereke ya ji vê hevpeymaniyê jî ewe ku em hêza jinan bikin yek, yekdengiya jinan û rêxistinan li beramber her rewşekî rû bide çêbikin. Bi vê rêyê wê wekhevî û mafê jinan li herêma Kurdistanê were mîsoger kirin.”

Her wiha Elî Qadir da zanîn ku hevpeymanî ji bo başkirina rewşa jinan hatiye avakirin û wiha pêde çû: “Me hevpeymaniyê hem ji bo başkirina rewşa jinan hem jî ji bo çavdêrîkirin û pêkanîna yasayên derbarê jinan de avakiriye. Ango em dixwazin bizanin ka wê hikûmet di warê perwerde, xwendin, karkirin û gelek mijarên din de ji bo jinan çi bike?”.

Bahar Elî Qadir banga bihêzkirina hevpeymaniyê li jinan kir û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Divê em weke rêxistinên jinan, Encûmena Bilind ya Jinan, aliyên nava hikûmetê de, Rêveberiya Têkoşîna Diji Şîdeta li ser jinan û aliyên peywendîdar, bihevre li dijî şîdeta li ser jinan kar bikin û hewl bidin şîdetê ji holê rakin.”