27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Forûma Têkiliyên Kurd-Ereb pêk hat

Saziya Pêşketin û Pêşxistina Civakê, Forûma Têkiliyên Kurd-Ereb li dar xist. Forûm bi rêya Zoomê pêk hat. Forûm di bin 5 sermijaran de hat li dar xistin. Di forûmê de mijarên “Çima îro têkiliyên kurd û ereb pêwist e”, “Rola kurd û ereb a li dijî êrîşên li ser herêmê”, “Rola civaka sivîl a di aktîfkirina diyaloga kurd û ereban de”, “Çima diyaloga kurd û ereban di aliyê çandî de pêwist e” û mijara herî dawî “Pêşeroja diyaloga kurd û ereb çiye” hatin niqaşkirin. 16 kesên ku ji nivîskar, akademîsyen, siyasetmedar û rojnamegeran pêk dihat tev li forûmê bûn. Ji Iraq, Misir, Tunus û welatên din di forûmê de amade bûn. Dîsa erebên li Ewropayê dijîn jî beşdarî forûmê bûn.

Kesên tev li forûmê bûn wiha ne: Ji Misirê Edîtorê Rojnameya El Ahram Fetîh Mahmut, Ji Iraqê Lêkolîner û akademîsyen Dr. Teysir El Alûsî, Ahmet Deha Etîh Şahban, (Ji Tunusê), Berpirsiyara Kar û Barê jinan Selwa Qîqa, Hevserokê Xweseriya Demokratîk Bedran Çiya Kurd, Berpirsê Komeleya Hêvî Prz. Sirûd Ahmet, Ji Misirê Nivîskar û Siyasedmedar/Serokê Navenda Kurdî yê Kerkukê Reca Îrfa, Dr. Ridvan Îzolî (Bijîjkê civakî), Dr. Muhît Salîha (Lêkolîner û siyasetmedar, Ji Sûriyeyê), Hemed Smail El Şamî (Serokê Saziya Hevgirtina Navdewletî ji bo maf û azadiya mirovan, ji Yemenê), Berekat Kar (Siyasetmedar û nivîskar), Mehemmed El Selamî (Parêzer û hiqûqnas ji Iraqê), Redad El Qelad (Nivîskar û rojnameger, ji Urdunê), Yasir Ebû Sîdo (Çalakvanekî siyasî, Endamê Buroya Navendî yê El Fetîha Filistinê), Dr. Mele Yasin Rauf (Nûnerê YNK’ê yê Qahîrê), Salih Nikebeq (Bijîşkê Zanîngehê ji Rojhilat)

Piştî forûm bi çapemeniyê re hat parvekirin, rojnamegeran eleqeyek mezin nîşanî forûmê da. Bi taybetî ereban eleqeyek mezin nîşanî forûmê da. Ev forûm bû bingeha konferansa ku di demê pêş de bê li dar xistin. Di demên pêş de konferans, dê bi hejmarek zêdetir û berfirehtir pêk bê.

Navenda Nûçeyan 