27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Gelê êzidî carek din koletiyê qebûl nake’

Rêveberiya Xweser a Şengalê li dijî hewldana PDK’ê daxuyanî da û diyar kir ku PDK bi hêzeke çekdarî dixwaze bikeve Şengalê ji bo Leqa 17 ya ku wekî navenda êşkence kirina ciwanên êzîdî têzanîn, car din veke. Rêveberiya Xweser destnîşan kir ku ew ne alîgirê şer in û got: “Bila her kes bizane ku êrîşeke li dijî gelê me pêk bê em ê bê bersiv nehêlin û emê xwe biparêzin”

Daxuyaniya Rêveberiya Xweser a Şengalê wiha ye;

“Di 2’yê cotmehê de PDK’ê bi hêzên çekdar xwestin derbasî Şengalê bibin. Lê gelê me yê ku li çand, bawerî û rûmeta xwe xwedî derdikeve ji ber îxaneta ya ku di 3’yê Tebaxa 2014’an de ji aliyê PDK’ê ve li dijî wan hatiye kirin, nehiştin ev hêz derbasî ser axa pîroz bibin. Dayikên me, ciwanên me û tevahiya gelê me Şengal li hemberî dagirkeriya PDK’ê parast û ew neçar kirin ku paş ve vegerin. Lê piştî rojekê careke din dixwazin vê provokasyonê bibin serî û xwîna êzidiyan birijînin.

Em ji raya giştî re didin diyarkirin ku armanca wan ne propagandaya hilbijartinê ye. Ji xwe gelê me îspat kir ku ew îxanetkaran qebûl nakin û dengê xwe nadin wan. Armanca wan a sereke ew e ku li gor peymana 9’ê Cotmehê dixwazin Leqa 17 li Şengalê vekin. Dixwazin careke din xwe li ser Şengalê bi darê zorê bikin desthilatdar.

Tê zanîn ku Leqa 17 navenda îşkence û qetilkirina keç û xortên Êzidiyan e. Gerek her kes bizane ku êdî gelê me yê êzidî ne wek beriya 2014’an e. Gelê êzidî bi îrade û nêrînên azad tev digere û ne mimkûn e careke din koletiyê qebûl bike.

Em ne alîgirê şer in. Em dixwazin hilbijartina ku demeke kurt maye bi rengekî demokratîk û azad pêk were. Em ê li ser sindoqên dengdanê bidin diyarkirin ku ev îradeya azad a civaka êzidî wê bi ser bikeve. Bila her kes bizane, her êrîşek li ser gelê me de were em ê bê bersiv nehêlin û em ê xwe biparêzin û wekî her gelekî azad mafê xwe yê parastina rewa pêk bînin. Em bang li civaka xwe ya êzidî li tevahiya cîhanê û Kurdistanê dikin ku li warê xwe yê pîroz Şengalê xwedî derkevin û piştgiriya berxwedana êzidiyên Şengalê bikin.

Em bang li hêz û rêxistinên Kurdistanî û cîhanê dikin ku çawa di fermana 2014’an de PKK’ê xwe gihande hawara êzidiyan, belê vê carê jî xwedî li îradeya azad a Şengalê derkevin û piştgiriyê bidin.”