spot_imgspot_imgspot_img
19 Mart, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gelê kurd bi hevkariya PDK’ê dizane

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Li başûrê Kurdistanê cara yekem e ku partî û rêxistinên kurdî di vê astê de li dijî dagirkerî û êrîşên dewleta tirk dibin xwedî helwest. Êdî hemû aliyên demokratîk û neteweyî di wê baweriyê de ne ku destkeftiyên li herêmê bi berdêlên mezin hatine bidestxistin, bi her awayî muhtacî parastineke bîra neteweyî ne.

Dewleta tirk a dagirker ji bo li herêmê pêşî li yekitiya rêxistin û partiyên kurdî bigire serî li hemû rê û rêbazan dide. Bi taybetî piştî li herêma başûrê Kurdistanê bi cih bû, ji bo şerê li dijî kurdan ji xwe re hevalbendan çêbike kedek mezin da. Di dawiya salên dûrûdirêj de tê dîtin ku li herêmê gihaştiye vê armanca xwe ya qirêj û hevalbendekî baş ji xwe re dîtiye. Ji bo bi alîkariya hevalbendê xwe karibe li qadê liv û tevgara xwe zêde bike êdî destê wê hîn rehet e. Lewma bi çavsoriyeke mezin li herêmê êrîşî destkeftiyên gelê kurd dike.

Êrîşên tifaqa PDK’ê û dewleta tirk a dagirker li dijî destkeftiyên gelê kurd li ser sê herêman tên kirin. Li gor wan ger gelê kurd di van her sê qadan de têk biçe wê êdî nikaribe behsa yekitî û hebûna xwe bike. Lewma ji bo di van qadan de têk neçe çi ji destê wan tê dikin.

Piştî PDK di sala 2014’an de li şengal û Mexmûrê di şerê li dijî DAIŞ’ê de têk çû, li herêmê giraniya xwe bi temamî ji dest da. Bêguman ev ji bo PDK’ê darbeyeke pir giran a stratejî, leşkerî siyasî bû. Rêveberiya PDK’ê êdî baş dizane ku bandora xwe ya li ser civakê jî wenda dike. Ger di demeke nêz de li herêmê pozîsyona xwe xurt neke û dîsa nebe xwedî hêz, dê ne gengaz be ku li ser civakê bibe xwedî bandor. Ji bo vê pêngava PDK’ê ya sereke referandûma Kurdistanê bû. Mixabin ev hemleya PDK’ê ji ber neanalîzkirina rewşa herêmê ya siyasî û leşkerî li gor wê çênebû.

Azadiya Kurdistanê xwestek û hêviya gelê kurd a sedan salan e. Ji ber vê yekê gelê kurd bi rêjeyeke bilind piştgirî da vê referandûmê lê ji ber pêşnedîtina siyasî ya rêvebiriya PDK’ê, ev referandûma ku ji dêvla azadiyê ji kurdan re bîne êş û elemên hîn mezintir bi xwe re anîn. Piştî referandûmê, nîvê axa herêma Kurditanê hat dagirkirin. Rêvebiriya bajarê Kerkûkê ji destê kurdan çû. Bi vê pêvajoyê re baweriya gel êdî mîna berê bi PDK’ê nema.

Lewma rêvebiriya PDK’ê ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî û malbatî ketin nav liv û tevgerê. Di destpêkê de xwestin li herêmê kaosê çêkin û sûdê ji vê rewşê werbigirin lê hişmendiya partiyên kurî yên li herêmê û ya gelê kurd rê li ber girt û ev pêngava PDK’ê jî bi dilê wê nebû.

Piştî wê xwest li Rojava tevliheviyê derbixe, ji bo vê ENKS hazir û nazir bû. Ji ber ENKS li herêmê ne xwedî giraniyeke siyasî û rêxistinî ye di vê pêngava xwe de jî negihaşt armanca xwe. Hemû pêngavên PDK’ê pûç bûn. Hişmendî û zanebûna gelê kurd nehişt ku kes bi îradeya wî bilîze.

Di vê pêvajoyê de hemû partiyên kurdî û aliyên demokratîk ji bo di nav kurdan de yekitiyê saz bikin kedek mezin dan. Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ji bo di nav aliyan de yekitî bi pêş bikeve di her fersendê de banga yekitiya neteweyî kir. KCK bi pêkhatiyên xwe ve piştgiriya xwe ji bo vê pêvajoyê re ragihand lê PDK her tim dûrî vê bangê ma û ji ya xwe daneket.

Bêguman êdî ji aliyê hemû civaka kurd ve tê zanîn ku di mijara yekitiya kurdî de PDK nikare bi îradeya xwe biryarê bide. Ji ber ku PDK li dijî deskeftiyên gelê kurd bi dewleta tirk re di nav hevkariyekê de ye, nikare bi biryara xwe li herêmê tevbigere. Dewleta tirk jî bi qebûlkirina PDK’ê li herêma Kurdistanê xwe bi cih kiriye û li vê herêmê hewl dide kurdan têk bibe.

Hêza rê li ber vê digire û nahêle ku dewlemendiya Kurdistanê ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne di hedefa van hêzan de ye. Gelê kurd êdî rastiyê dibîne û li gor wê dibe xwedî helwest. Dewleta tirk a faşîst ji bo nakokiyên di navbera kurdan de hîn kûrtir bike û bikaribe di nav wan de şerekî derbixe ji Rojava heya Şengalê, ji Şengalê heya Behdînanê li pey fesadî û komployê ye.

Gelê kurd bi hemû lîstikan dizane. Lewma ji serî ve nehat lîstika van hêzen hevkar ên li dijî hebûna kurdan û bû xwedî helwest. Ger PDK di vê hevkariyê de israr bike wê dawî li hebûna xwe bîne. Gelê kurd bi her awayî peyama xwe da, êdî maye dîtina vê peyamê.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê