Rojnameya Heftane

Pergala korezanî

Tewna teknolojiyê diguhere, pergala civakê jî pê re vedigihure. Erd û xweza, kanî û çavkanî, zeman û zemîn, zanîn û sazûmanî jî diguherin; her wiha danîna têkiliyên civakî, çandî û rengê danûstandinê yên polîtîk û rêxistinî jî.

Her wext û zeman bi alav û amûrên xwe, bi navgîn û navbersaziya cudakariyên xwe, reng û rûçikê xwe nîşan dide û derdikeve meydanê. Sed hezar heyf ku ev pêşkêşiya yekta û biheybet ewqasî jî hêsan dernakeve qadan. Her gaveke pêşketinê ya pîşesaziyê, maşîne, alav û amûran li ser milê kedkaran, li ser hişdayîna zanînê, kombûna tecrûbeyên mejûyê dikemile.

Her wiha ne tenê milê hilberîn û xêrûbêr û nirxa hewandî dirûv dide berhemê lê belê bikaranîn, birandin û sûdwergirtina ji wê jî teşeyê dide nirxê berhem û hebûna wê. Kirdeyê kiryaran, serwerê karûbaran, serdarê biryaran û sertacê gotinan ne di gura hev de ne. Ji ber ku her yek xwedî dîwanekê ye, civata danişînê lê ye, rûspî, hoste, pîşesaz, endezyar, hişmend, aqilmend, şêwirmend, hunermend cur bi cur ray û ramanan pêşkêş dikin; bi gotin û vegotinan meseleyan ji hev vediçirînin. Bi kelekela danûstandinan re, bi mercên heyî re teşeyekê didin riya xwe û biryara xwe pêşkêş dikin; dezgehên xwe saz dikin û bi destê karwana xwe bi rê dixin.

- Advertisement -

Karwan ne yek e, bar ne yek e, rê ne yek e. Xana lê ne ne besî pêlazimiyan e; barê li bendê ne ne têra hemûyan e; riya lê ne ne wek hev e; civata li bendê ne ne li gorî dilan e; bazara lê ne netijeyî danûstandinan e. Vedigerin, çav didin hev, dest dihavêjin barê hev, çav didin nanê devê hev, zorê didin canê hev. Şêlandin têrê nake, talan dest pê dike. Desteserî têrê nake, wêranî û wêrtasî dest pê dike.

Ew roj ev roj e pergal yek e, navgîn cuda ye; hiş yek e, dîn cuda ye; derd yek e, gotin cuda ye; çare yek e hêvî û daxwazî cuda ye.

Lewma şer gur dibin, zordestî zêde dibin, zengîn zana dibin, hejar neçar dibin, destgeh bilind dibin û xweza perîşan dibe.

Belê heke em yek bi yek serê van her gotinan vekin divê em bi cildan pirtukên dîrok, siyaset, aborî, teknolojî û derûniyê bixwînin, da ku her yek ji hêla xwe ve pariyek ji tiştên pêkhatî girtiye û parek ked jî lê bar kiriye. Mixabin gelek tişt li hev nehatine û ziyanên mezin li ser rûyê erdê pêk hatine. Koka hin cureyên rawer, ajal û sewalan qeliyaye. Hêşînahî, dar û daristan para xwe ya li ser çiya, banî, zozan û deştan winda dikin. Çavkaniyên ava vexwarinê dimiçiqin û şopa wan ziwa dibe. Kanên dewlemendiyên li ser erd û bin erdê dihewînin ji bo pîşesaziyê tên bikaranîn û birandin.

Veçerxandin an jî ji nû ve bikaranîna bermahiyan, ziblê rêkûpêk nîne, her diçe radeya sûdwergirtinê jî kêm dibe.

Ba û bahozên bi hêza bêsînor, şilî, şepelî û şilopeyên bêhesab, ezmanên bi hilma jehrî têrbûyî, deryayên li ber bermahiyên jehrî xitimî û tîrbûyî; êdî li dewsa jiyanê, ji mirinê re malovaniyê dikin.

Axirî û encam, şer jî kambaxiyên herî giran in li ser jiyanê, jiyana her tiştî. Jixwe şer kuştin e; kuştina mîrovan, raweran, xwezayê û hemû zindiyan dihewîne. Tenê bi meydana şer ve jî girêdayî nîn e. Şer pereyên ji bo başî û qenciyê bên bîkaranîn desteser dike û dibe sebep ku amûrên kujer, navgînên dijwar û riya mirovên bibin kujer û qetilkar vedike. Bi vî awayî jiyanê jî dorpêç dike û mirovan neçarî şer û hêz, sazî û dezgehên tevna şervaniyê dike. Ev rewş rê û dirbên danûstandinên jiyanî yên cuda, ji navikê ve digire û dixitimîne. Hiş û mêjiyê ku bixwaze giraniya xwe bide ser cureyên jiyanên rengîn, xwe carê bi kilîtên bêziman ve tên zirzekirin û çavên ku çirûskên cuda û rengîn zeft bikin û bixin xizmeta hiş û mêjî ji binî ve tên perdekirin û xêncî qîrûreşiya nexweşiyên nijadperstiyê, rûreşiyên nerindiyan nikarin rengekî azade pêşkêş bikin.

Êdî di kêşeya zemanê me yê îroyîn de, hevsengiyek di navbeyna xweza û şaristaniyê de nemaye. Di vê rewşê de tiştek jî ji xwezayê nayê. Berevajiyê vê, şaristaniya mirovahiyê di nav xetereyê de ye. Xweza xwedî tivdarek e. Qanûnên fizîkê aşkera ne. Heke mirovahî zorê bide ahenga heyî ya xwezayê, xweza serê xwe natewîne. Berevajiyê wê serî radike. Pêlên behrê, ba û bahozên hişk û ziyankar, hilm û hewaya jehrî, qulên ozonê, karvedanên belasebep ên kîmyewî, guherîna rengê sirûştê, zêdebûna pêlên germê û hwd. Hemû jî çavsor in û çavtirsiyê didin şaristaniya mirovan.

Li dewsa ku mirovatî di nav xwe de ahengekê saz bike, pergaleke ku bi xwezayê re di nav hevsengiyekê de bijî saz bike, îhtîmal e ku rewş ber bi başiyê ve biçe. Mixabin aqilmendên cîhanê zorê didin tevna teknolojiyê, li wan wetnê, heke amûrên pêşketî sazbikin, wê bikaribin mîrovahiyê li hemberî wêranî û wêrtasiyên xwezayê biparêzin. Heke nebe jî bar bikin û biçin gersitêrkeke din.

Lewma îro feylesofî jî têk çûye. Entelektûeliya ku him bi zanîna xwe him jî bi liv û tevgera xwe rêberî ji civakê re dikir, niha nemaye. Li dewsa wan zengînên duh rabûne li ser piyan û bûne hûtê zengînên bêsînor. Çendîn bername bi mebesta debara xwe bikin çêkirine, encax lêhatî ye û pê pereyê bêhesab qezenckirine. Îcar xwe li ser me wek zana û rêber neçar dihesibînin. Bi tecrûbeyên xwe ve dixwazin rê li ber mirovahiyê bixin lê gava diaxivin jî ji xêncî çend pabendan tiştekî zêde nizanin û her cara li wan gudarî dikim metirsiya min jî zêde dibe. Roj bê di vî rûpelî de ez ê carcaran bi mînakan ji we re qala van mijaran bikim û agahiyan parve bikim.