5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gelê Seqizê dest bi greva giştî kir

Bajarê Seqizê yê rojhilatê Kurdistanê ji aliyê rejîmê ve hat dorpêçkirin û li ser vê gel li dijî projeya rêya ku ji bo astengkirina çûna ser gora Jîna Emîn hatibû destpêkirin, dest bi gireva giştî kirin.

Li bajarê Seqiz ê Rojhilat, bi armanca rêgirtina serdana Goristana Ayçî ku gora Jîna Emîn lê ye, ji aliyê şaredariyê ve projeya rê hat destpêkirin. Hat diyarkirin ku di projeya Şaredariya Seqizê de girtina rêya goristanê û rakirina parkên li goristanê hatiye armanckirin. Bi bihîstina biryarê re gelê Seqizê derabeyên xwe girtin û li dijî biryarê dest bi greva giştî kirin.

Her wiha agahî hatin wergirtin ku beriya mitînga ku li bajar bê kirin hêzên rejima Îranê bajar dorpêç kirin. Rêyên kku diçin şaredariyê bi tevahî girtin û trafîqê dan rawestandin. Li ser vê esnafên li bajar bi armanca piştgiriya malbatê dest bi greva giştî kir.

.