5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbata Şenyaşar: Ev 5 sal in em li benda edaletê ne

Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar a li pêşiya Edliyeya Rihayê didome. Malbatê di çalakiyê de ev peyam da: “Heta ku edalet neyê Rihayê dê neyê Tirkiyeyê. Ev 5 sal in em li benda edaletê ne.”

Di 14’ê hezîrana sala 2018’an de xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndar xelas bûbû, di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê di roja 813’an berdewam kir.

Emîne Şenyaşar û kurê wê parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar ji Pirsûsê hatin Rihayê û li “Quncikê edaletê yê Malbata Şenyaşar” ê li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi nobetê kirin. Malbatê pankarta “Ji bo Malbata Şenyaşar edalet” bi blokên betonan daliqandin û ji bo kesên dihatin edliyeyê qala têkoşîna xwe kirin.

Malbatê, li ser hesaba xwe ya medyaya civakî Walîtiya Rihayê û Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç etîket kir û pankarta “Ev 5 sal in em daxwaza edaletê dikin” parve kir.

Di peyamê de wiha hate gotin: “Heta ku edalet neyê Rihayê dê neyê Tirkiyeyê! Pankarta ‘Tirkiye dewleta hiqûqê ye’ ya li ser deriyê edliyeyê bila şerma her kesî be!”