Sunday, December 5, 2021

Gelek caran Licê şewitiye

Pirtûka ‘Şopên Şewatê: Licê’ dokumenteke dîrokî ye

 Bi boneya salvegera 28’an a şewata Licê me li ser pirtûka “Şopên Şewatê: Licê 1993 ” vê hefteyê bi nivîskara pirtûkê Rojîn Zarg re hevpeyvînek kir. Zarg dibêje min bi vê berhemê xwest ku dehşet, wehşet û barbariya ku li ser gelê Licê hatibû kirin, dilopeke biçûk be jî bila di nav rûpelên dîroka reş de, ji bo nifşên pêş ji bîr nebe, bibe dokumenteke dîrokî ya îbret a mayînde. De ka em der barê çîroka şewata Licê ji xwediya berhemê bipirsin.

* We çima hewce dît ku pirtûka Şopên Şewatê Licê 1993 amade bikin?

Di 22’ê Cotmeha 1993’an de dewletê der û dor li navenda Licê girtibû, ji erdê ve bi top û tankan û ji hewa ve jî bi helîkopteran agir li Licê û licêyiyan barandibûn. Sê roj licêyiyan  nikarîbûn ji ciyê xwe bilivin. Tu kesan nizanibû çi bûye. Piştî sê rojên xezebê dema licêyî ji mal û stargehên xwe derketin der, bihîstin ku dewlet dibêje: “Gerîlayan avêtine ser Licê,  general Bahtiyar Aydin hatiye kuştin…”

Lê belê licêyiyan  bi çavên serê xwe didîtin ku ne gerîlayan girtine ser Licê û ne jî şer di nav gerîla û leşkeran de derketiye. Şer û teqîn yek alî ye. Leşker û polîs provakasyon derxistine û wan bi xwe Licê dane ber devên top û tankan.

Dewlet ji bo navend û gundên Licê bişewitîne û licêyiyan  koçber bike Bahtiyar Aydin bi xwe kuştine û davên ser gerîlayan. Li gorî rapora dewletê di vê bûyerê de 16 kes û li gorî rapora nexweşxanê 36 kes hatibûn kuştin û 401 xanî û 242 dikan û cihên kar hatibûn şewitandin. Xelkê zerareke mezin dîtibû. Li gorî gel jî ji 50’î bêtir kes hatibûn kuştin. Dewletê di navbera hefteyekê de 10 hezar licêyiyan  ji navand, gund û gundikên Licê koçber û terkeder kirin. Nifûsa Licê di şevekê de ji 13 hezaran daket 2,500’î.
Di salên 1990’î de Licê bi tenê nehatibû şewitandin, li gel Licê gelek bajar, bajarok û gundên Kurdistanê yên din jî, ji aliyê dewletê ve hatibûn şewitandin, koçberkirin û valakirin. Ez hizirîm ku şewata 1993’an mijareke pir berfireh e, dema ez mijara şewatê bi giştî bigirim, ez ê nikaribim ji bin vî barê giran rabim.

Loma min ev lêkolîna xwe bi şewata Licê ya sala 1993’an bi tixûb kir. Piştî bîst salan min bûyera şewata Licê rasterast ji devê kesên yekem girt û ez bi wan re rû bi rû peyivîm. Ez gund bi gund, tax bi tax geriyam û min bi gelek mexdûrên şewatê û koçberan re hevpeyvîn kir. Yên ku zarok, jin, mêr, xwişk, bira, dê û bavên wan hatibûn kuştin, şewitandin, birîndar û wendakirin. Min ji nav wan hevpeyvînan 50 serpêhatiyên herî bi sosret, wehşet û balkêş hilbijart.
Min xwest ev dehşet, wehşet û barbariya ku li ser gelê Licê hatibû kirin, dilopeke biçûk be jî bila di nav rûpelên dîroka reş de, ji bo nifşên pêş ji bîr nebe, bibe dokumenteke dîrokî ya îbret a mayînde.
Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê di sala 2001’ê de biryar da ku dewletê Licê şewitandiye û pêwîst e ku dewlet tazmînatê bide mexdûran. Parêzerên licêyiyan di mijara tazmînatê de bi dewleta Tirkiyeyê re li hev kirin û “çareseriya dostane” qebûl kirin û tazmînatê kêm dan hinek mexdûrên licêyî. Hinek mexdûr jî li derî wê tazmînatê man. Di pirtûkê de ev mijar ji aliyê mexdûr û parêzeran ve bi awayekî vekirî hatiye şirove, gotûbêj û rexnekirin.

*Di nav van 50 bûyeran de ya herî  bêtir bandor li te kir û bala te kişand kîjan bû?

Çîroka “Bizmarê zingarî” bû sedemê vê lêkolîna min. Yek ji yekê balkêştir û xemgîntir bûn. Dema min van serpêhatiyan dinivîsand pirî caran min dikir nedikir min nikaribû wan bûyerên biêş û jan binivîsînim, ez pirê caran radibûm û min dev ji nivîsê berdida, bi şev ez ji xew hişyar dibûm û dîsa min dom dikir.

*Tu dikarî ji kerema xwe bi kurtasî behsa çîroka bizmarê zingarî bikî?

Çend sal berî niha bû, ez ê ji Hewlêrê biçûma Mexmûrê. Di nav pîkabê de cîyê rûniştinê nemabû. Ez û hevalekî li paşiya pîkabê rûniştin. Keçika ku ciyê wê li pêş bû, çewalek gûzên Qendîlê danî cem me û çû li ciyê xwe yê pêş rûnişt. Hevalê ku li kêleka min rûnişt xortekî kej û bêdeng bû. Bala min çû ser gûzên Qendîlê yên bi navûdeng bûn. Her çiqas hevalan pesnê gûzên Qendîlê dabû jî, lê derfet çênebûbû ku ez heta wê demê gûzên Qendîlê tahm bikim. Min ji hevalê kêleka xwe pirsî:

-Navê te bi xêr?

-Navê min Azad e.

-Azad tu ji ku yî?

-Ez ji Licê me.

-Hooo! Em hemşehriyên hevûdu ne!

-Ma tu jî ji Licê yî?

-Belê, ez ji gundê Fîsê me.

Her çiqas ez bi Azad re dipeyivim jî bala min li ser çewalê gûzan bû. Min destê xwe kir nav çewalê gûzan, çend gûz derxistin. Min kir nekir di nav kefa destê min de nehatin şikandin. Min ji Azad pirsî:

-Tiştekî wekî kêrê tune ku em pê gûzan bişkînin?

Azad destê xwe kir bêrîka xwe kêrekî biçûk û sertûj derxist. Min ji destê wî girt û bi serê tûj pê gûz parçe kir û kakilê wê derxist. Bi rastî ne bi tenê tahma gûzê, her wiha teberika Qendîlê bû ku hîn jî çêja wê di devê min de ye.  Piştre jî Azad dest bi şikandina gûzan kir. Di vê rêwîtiya dom û dirêj de min cardin ji Azad pirsî.

-Hevalê Azad ev çend sal in ku tu ji Licê derketiyî?

-Ez piştî şewata Licê derketim.

Min hesap kir ku Azad 13 sal in ji Licê derketiye. Û min jê pirsî:

-Xebera dêûbavê te heye ku tu li van deran î û dijî?

-Na wele, min heta niha ji wan re ne nameyek şandiye û ne jî telefonek kiriye.

-Malneketo! Ma tu nizanî ew qas sal in ku dilê dê û bavê te li ser av û agir in. Çavên wan tim li rêya dûr e. Gotineke pêşiyên me heye: “Bila çavê mirov li rêya dûr be, lê ne li gora kûr be!” Gelek malbat ji bo zarokên xwe bibînin bi zor û zehmetî heta van deran tên. Çi mafê te heye ku tu malbata xwe wisa xemgîn dikî! Ez bawer dikim ku her serê sibeha dema qijik tê ber pencereya mala we, li ser darê datîne û dike qijeqij, diya te jê re dibêje: ‘Qijê xêr be, te îro mizgîniya Azadê min aniye!’ Ma te bêriya dê, bav, xwişk û birayên xwe nekiriye gelo?”

Li ser van gotinên min, Azad destê xwe bir berîka şapikê xwe kaxezek (selpak) wekî cixareke pêçandî derxist û vekir. Di nav wê dê bizmarekî zingar derket û di nav kefa destê xwe de nîşanî min da û got:

-Di sala 1993’an de dema li navenda Licê leşkeran agir berdan xaniyê me û şewitandin, ji derî vî bizmarê zingarî tu tiştekî me nema. Min ev bizmarê zingar girt kir berîka xwe û berê xwe da çiyayên wekî navê xwe.

Azad carek din bizmarê xwe yê zingarî pêça û kir bêrîka xwe ya hundir. Ez ketim nav xem û xeyalan, îlham û helwesteke nedîtî bi min re peyda bû ku dema ez vegerim ez ê lêkolînekê li ser şewata Licê ya sala 1993’an bikim. Mixabin min niha derfet dît ku bîranîna bizmarê zingarî bi cî bînim. Bizmarê zingarî di 21 saliya şewata Licê de bû sedema awêneya dîroka Licê.

*Ji bo vê lêkolîna “Şopên Şewatê Licê 1993” te rê û rêbazên bi çi rengî dan pêş xwe?

Ez havînekê gund bi gund, tax bi taxên Licê û navçeya Licê geriyam; ew kesên ku di dema şewatê de li wir bûne û bi çavên serê xwe dîtine, min bi wan re rû bi rû hevpeyvîn kir.

Di dema Şerê Şêx Seîd (1925-1928) de, navend û piraniya gundên Licê hatibûn şewitandin, ji ber ku wê demê bûyer nehatine nivîsandin, niha piştî 96 salan di destê me de ji derî du belavokên rêxistina Xoybûnê tiştekê nivîskî tune. Kes nizane di dema şerê Şêx Seîd de li herêma Licê çend gund hatine şewitandin, çend kes hatine girtin, çend hatine kuştin û sirgûnkirin.
Piştî salên dûr û dirêj niha li hinek gundan, gundî bi paş ve vegeriyane gundên xwe û ji nû ve li gund bi cî bûne. Hinek jî di demsalên havîn û payîzan de diçin gundê xwe û zivistanan jî bi paş ve vedigerin bajaran.

*Bi derketina pirtûka “Şopên Şewatê Licê 1993” re gelo tu gihîştî encam û armanca xwe?

Erê, ez dihizirim kêm be jî heta astekê ez gihîştim armanca xwe. Pirtûk li Amedê reş û spî û li Stockholmê jî rengîn çap bû. Di heman demê de li welat û li derî welat bi hejmareke zêde li nav gelê me belav bû û hem jî wek dokumenteke dîrokî û civakî ket nav arşîva me kurdan.

*Gelo di destê te de projeyên te yên pêşerojê hene, ku hene çi ne?

Di destê min de çend xebat hene, lê niha ne rojane ne. Min di vê dema nexweşiya pandemiyê de bêtir giranî daye ser xwendinê.

Rojîn Zarg kî ye?

Rojîn Zarg di sala 1973’an de, li gundê Fîsê yê Licê ji dayik bûye. Di sala 1996’an de bi malbatî koçberî bajarê Îzmîrê bûne. Li Îzmîrê di rêveberiya HADEPê de xebitiye. Di sala 2004an de vegeriyaye Amedê. Li Enstîtuya Kurdî ya Amedê kar kiriye. Li Amedê di Komeleya Mafên Mirovan de xebitîye. Ji 15 çîrokên folklorî, her yek kiriye pirtûkeke zarokan û li Başûr bi tîpên erebî bi kurmancî hatine çapkirin. Bi navê “Fîdo” romaneke wê heye. Di sala 2018’an de bi navê “Emrê Dirêj Bextê Reş” jîyana Dayika Sakîne kiriye pirtûk. Di sala 2018’an de ligel Amed Tîgrîs du pirtûk bi navê “Êzdîxan û 97 Ferman û Qewlên Êzdiyan” amade kirine. Her wiha Rojîn Zarg bi komek nivîskar re bi navê “Xurafeyên Me”  pirtûkek çap kiriye.