27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

George Clooney 35 milyon dolar red kir

Lîstikvanê amerîkî yê navdar George Clooney aşkera kir ku wî teklîfa 35 milyon dolar ya şirketeke balafiran red kiriye . George Clooney di hevpeyvîneke xwe ya bi rojnameya The Guardian de da xuyakirin ku şirketeke balafiran ji bo reklama xwe bikin, xwestine ku ew rojekê di reklama wan de cih bigirim. Dê  jî bo reklamê 35 milyon dolar bidin wî lê ew pêşniyara wan red kiriye.

George Clooney navê welat an jî yê wê şirketa balafiran diyar nekir û wiha gotiye:“Tevî ku ew welatekî hevpeymanê DYA’yê ye lê ji ber tevgerên wî welatî ên li dijî mafê mirovan wî pêşinyara wan red kiriye û nexwestiye di reklama wan de cih bigire.”

George Clooney wekî çalakvanekî li dijî gendelî û bêrêtiyan têdikoşe û ji bo wê armancê  di sala 2015’an de saziyeke bi navê (The Sentry) ava kir.  Vê saziyê di sala 2019’an de raporek derbarê Sûdanê de amade kir (Desteserkirina başûrê  Sûdanê), di wê raporê de behsa hin sermayedar û bazirganan dike ku wan ji desteserkirina Sûdanê sûd wergirtiye û karê gendeliyê kirine.

Bi rastî jî mirov dikare bêje ku leystikvan û rewşenbîrên wiha xwedî helwest pir kêm mane.