27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Geşkirina çand û zimanê kurdî

Samî Tan
Samî Tan
Ziman û Raman

Dembaş gelî xwîneran. Hefteya çûyî me qala Komcivîna Yekem a Tora Ziman û Çanda Kurdî kiribû û hinek tesbîtên ku li wir hatibûn kirin, pêşkêşî we kiribûn. Vê hefteyê me divê ji we ra qala hinek pêşnîyarên çareserîyê bikin. Serê pêşîn pêdivîya kurdan bi plansazî û bernamerêzîyeka zimanî û çandî heye. Xalên sereke yên vê plansazîyê jî her wekî me di nivîsên xwe yên berê da jî bal kişandibû ser ev in:

  1. Statûya ziman (mafê jiyandin û geşkirina ziman û çandê, mafê perwerdehîya zimanê dayikê)
  2. Di warê parastin û geşkirina ziman û çandê da helwest û hişmendîya gel (ji bo ku ziman ji nifşên berê derbasî nifşên nû bibe û zarok bi çand û zimanê xwe mezin bibin)
  3. Xebatên akademîk li ser ziman ku hêz û şîyana derbirîna zimanî li jiyana nûjen civakê bigunce, derfet çêbibin da ku ziman di hemû qadên jiyanê da were bikaranîn.
  4. Pêşniyarên ku beşdarên komcivînê kirine jî kêm zêde di vê çarçoveyê da pêk hatine. Em dikarin çend pêşniyarên ku hatine kirin wiha rêz bikin.
  5. Divê plan, plansazî û bernameya ziman û çandê ya kurdan hebe.
  6. Ji bo ku rewşa zimanî û helwesta gel diyar bibin, divê xebatên rapirsînê werin kirin.
  7. Li ser hişmendîyê lêkolîn bên kirin, heyetek bikare here welatên ku rewşa wan dişibe me û li wir çavdêrîyan bike, raporekê amade bike.
  8. Di qada ziman û perwerdeyê da bila navenda amadekirina materyalan were avakirin û ji bo materyalên perwerde û hîndekarîyê xebatên domdar werin kirin.
  9. Divê hemû materyal û nivîsên kurdan li gorî rastnivîsekê bin û termînolojîya wan yek be. Di vî warî da divê sazîyên  zimanî û akademîk li hev bicivin.
  10. Ji bo geşkirina ziman û çanda kurdî bila ji derfetên heyî yên teknolojîk sûd were girtin. Bo nimûne, ji bo hînkirina kurdî ji  înternet û telefona destan sûd were girtin.
  11. Sîyasetmedarên kurd, divê pirzimanî bin, di civîn, perwerdeya navxweyî da kurdî bi kar bînin û daxuyanîyên xwe bi kurdî bidin.
  12. Kesên ku li ser navê vî gelî dibin wekîl, şaredar, rayedar, bila şertê zanîna zimanî li pêşîya wan be.
  13. Lazim e şaredarîyên kurdan, xizmeta xwe bi du zimanan bikin.
  14. Her çiqas ji bo hînkirina zimanî komeleyên cuda hatibin vekirin jî, divê sazîyeka zimanî bê vekirin û hemû komele di bin banê wê Sazîya Zimanê Kurdî da bin. Ev sazî divê bê avakirin û bêhtir di warê akademîk û teorîk da xebatan bike, sazîyên din ên perwerde û zimanî organîze û koordîne bike.
  15. Divê di warê dersa bijarte da, em hişmendîyekê çêbikin, bi milyonan zarok dersa bijarte qebûl bikin, li zanîngehan beşên kurdî bên tercîhkirin û ev îmkan heta dawîyê bên bikaranîn.
  16. Ji bo perwerdeya alternatîf konferansek bê çêkirin û rê û rêbaz û model bên nîqaşkirin û ji bo kurdî perwerdeyeka alternatîf bê çêkirin.
  17. Ji bo dibistanên azad îmkan bên  çêkirin û li her bajarî bên vekirin.
  18. Berhemên çandî bi awayekî pedagojîk ji bo zarokan bên amadekirin û pêşkêşkirin.
  19. Divê hinek proje ji bo sazîyên navneteweyî bêne amadekirin û pêşkêşkirin.
  20. Bila stranên folklorîk ên berhevkirî bi awayekî zanistî werin tomarkirin û binotakirin û bi rengekî nû û nûjen pêşkêşî gel werin kirin.