Sunday, December 5, 2021

Giravên Gerok

Di tevgerên xwezayê de nûjenî heye. Encamên livandina xwezayê erênî jî bin neyinî jî bin di dawiyê de xweza ji nû ve dirûv digire. Bi wê şêwazê yan jî bi şiklekî din xwe pêşkeşî mirovahiyê dike. Lê li Kurdistanê li bajarê Çewlîgê tevgerbûyîna xwezayê tenê wekî muzeyeke sirûştî dimîne û serdêran ber bi xwe ve dikişîne. Gola Qulingî û Giravên Gerok ku hunera sirûştê pêşkeş dikin dibin rengekî welat û mazûvaniya serdêran dikin.
Xwezaya her welatekî cîhanê bi şiklekî cuda xemilandiye. Li her welatekî cîhanê taybetiyên cuda yên xwezayê reng vedidin, dixemilînin derdorê. Pirî ji wan taybetiyan mirovan şaşwaz dihêlin û nepeniya xwe diparêzin. Kurdistan jî pareke mezin girtiye ji van taybetiyan. Hem bi xweşikbûna xwe, hem jî bi nepeniya xwe ne tenê welatiyan heyran dihêle, dike ku gelek welatên cîhanê berê xwe bidin Kurdistanê û welat bibe cihê ger û geştê.
Her çiqas mirovahî pêş ketibe û berhemên hunerê yên cur be cur afirandibe jî xweza hê jî hunermenda herî afirîner e. Her wiha, ewqasî dewlemend û dilnizm e ku rehma xwe li hemû welatan belav dike.

Welatê çiyayê bê ser û ber, çemên dûr û dirêj û kulîlkên reng bi reng. Welatê ku hemû çand û ol dikarin hebûna xwe biparêzin…
Her bajarekî welêt bi çandeke xweser hatiye rapêçandin. Her bajarek bi taybetiyekê balê dikişîne ser xwe. Her rengek çand û xwezayê dibe dewlemendiya Kurdistanê.
Di nav bajarên Kurdistanê de yek ji bajarên rengîn û bi xwezaya xwe balê dikişîne ser xwe, bajarê Çewlîgê ye.

Li vî bajarê qedîm, çiyayên bilind mirov pêşwazî dikin. Mirov ber bi bajêr ve dikişînin. Wekî ku bixwazin bedewiya bajêr pêşkeş bikin. Li Çewlîgê yek ji taybetî û girîngiyên giranbuha Gola Qulingî ye ku bala mirovan dikişîne ser xwe. Ango Giravên Gerok…
Gola Qulingî ya li navçeya Bongilan a Çewlîgê herî pêşî ji aliyê şêniyên herêmê ve hatiye keşfkirin. Welatiyan dîtiye ku di golê de her roj heta her kêlî hin guherîn pêk tên. Paşê derdor ji vê yekê hayedar kirine û hêdî hêdî her kesî berê xwe daye vê gola balkêş.
Di hundirê Gola Qulingî de sê giravên ku di golê de digerin hene. Ev jixweber ava bûne. Li gora berê bayê giravên li ser golê bi tena serê xwe diçin û tên û her tim cihê xwe diguherînin. Mezinahiya her sê giravan ji hev cudatir e. Tê gotin ku ev perçeyên axê di nav demê de ji keviya golê veqetiyane û bûne weke girav.

Tê zanîn ku tiştekî giran bikeve nav golê yan jî behrekê ji ber giraniya xwe ber bi kûrahiya avê ve diçin. Taybetiya ku balê dikişîne ser xwe ew yek e ku li gel giraniya xwe jî girav bi tu awayî ber bi jêr ve naçin. Tenê cihên xwe diguherînin.
Gola ku derdora wê bi kaşikan hatiye pêçandin goleke krater e. Kûrahiya golê digihe heta 50 metreyan. Qada golê bi tevahî bi qasî 300 metrekareyan e. Lêbelê heke ji bo Gola Qulingî hin xebat werin kirin qada wê dê heta 500 metrekareyan jî fireh bibe.
Li gel ku Gola xweşik gelek nepeniyan dihewîne jî di encama hin xebatan de derketiye holê ku her tim ber bi golê ve av diherike. Ava ku ji binê golê diherike ber bi çemekî ve diherike. Ji jêderkên ku hatine dîtin bûne delîlên vê yekê.

Li ser giravên têrav gelek cure nebat şîn dibin û di mehên biharê de ev nebat giravan rengîntir dikin. Ji ber vê yekê ye ku herî zêde di mehên bihar û havînê de serdêr ji bo ger û geştê berê xwe didin Gola Qulingî û Giravên Avjen.
Di mehên havînê û zivistanê de tu guherîn di kêmbûn an jî di zêdebûnê de çênabe di ava golê de. Her wiha ava golê şêrîn e û tu madenên wekî soda yan jî xwêyê di hundirê ava wê de peyda nabin.

Nebatên li ser giravan bi ava golê heşîn dibin. Her wiha ji ber ku nebat têrav in binê giravan bi tevahî bi rayên nebatan hatiye pêçandin. Bi vî awayî axa giravan hatiye şidandin û axa wan nahêle di nav avê de.
Ji ber ku hê jî hin nepeniyên golê hene û ji ber ku ne diyar e ku av ji ku derê ve tê, derdora golê hatiye pêçandin. Bi vî awayî hatiye xwestin ku pêşî li hin bûyerên neyînî were girtin.
Her çiqas welatî bi rehetî nikaribin li derdora golê bigerin jî bi destûrê dikarin herin ser giravên avjen. Dikarin li xwezaya dewlemend a herêmê bigerin û para xwe ji aramiya xwezayê bigirin.

Kurdistan bi taybetiyeke balkêş rengîntir xuya dibe. Welatê ku wekî tabloyekê balê dikişîne ser xwe vê carê ne tenê welatiyan evîndarî xwe dike. Her sal bi hezaran welatî û geştiyarên biyan berê xwe didin vê golê û dixwazin bikevin temaşeya vê bedewiya rengîn.
Gola Qulingî û Giravên Gerok bi hemû xweşikî û balkêşiya xwe dibin rengê welat. Erdnîgariya Kurdistanê hem dewlemend hem jî serbilind dike.