26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Girtiyê nexweş jiyana xwe ji dest da

Girtiyê nexweş Hayrettîn Yilmaz (65) ku li Girtîgeha Afyonkarahisarê ya Tîpa T dima jiyana xwe ji dest da.

Malbata Yilmaz diyar kir ku îdareya girtîgehê serê sibê li wan geriyaye û gotiye ku Yilmaz jiyana xwe ji dest daye. Malbat ji bo cenaze werbigire çû Afyonkarahîsarê.  Hat zanîn ku gelek nexweşînên Yilmaz hebûne û di pêvajoya pandemiyê de jî ji bo xwegihandina tedawiyê jî zehmetî kişandiye.

Hat diyarkirin ku cenazeyê Yilmaz wê li Sêrtê were definkirin.  Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî di çalakiya 340’emîn bal kişandibû ser rewşa Yilmaz û xwestibû serbest were berdanê. 