Rojnameya Heftane

Hahama jin a yekem: Asenath Barzanî

Navenda Nûçeyan

 

Piştî avabûna pergala mêrê serdest di civakê de, jin ji hemû qadên jiyanê ku jiyan bi destê wê hatibû honandin, hatin dûrxistin û pasîfîzekirin. Mêrê serdest dest danî her nirxên civakê ku li dor jinê teşe girtibû.

Yek ji qadên jiyanê yên ji aliyê pergalê ve ji destê jinê hatine girtin û ji wê qadê bi temamî hatiye dûrxistin jî ol e. Bi taybetî jinên wekî her tiştî ji aliyê baweriyê ve jî pêşengî ji civaka xwe re dikirin, piştî derketina ola yekxwedatiyê, ji vê qadê jî hatin derxistin û heta ev qad li hemberî hebûna jinan hat bikaranîn.

Her çiqas ola yekxwedatiyê di bin serweriya pergala mêr de be jî hin caran di hin serdeman de jinan di qada olî de jî pêşengî ji civaka xwe re kirine û pêşengiya wê ji aliyê civakê ve hatiye qebûlkirin. Yek ji van jinan ku pêşengiya wê ya olî ji aliyê civakê ve hatiye qebûlkirin jina kurd Asenath Barzanî ye.

Asenath Barzanî hahama yekemîn a jin e ku ji aliyê civaka xwe ve hatiye qebûlkirin û di sedsala 17’emîn de li Mûsilê jiyaye. (Haham; pêşengên ola cihûyan)

Asenath Barzanî di sala 1590’î de tê dinê û keça serokê civaka cihûyan haham Samuel Barzanî ye. Samuel Barzanî di mijara Kabalahê ku asta mîstîkî di nav xwe de dihewîne, xwe bi pêş xistiye; hem hahamên ciwan perwerde kiriye û hem jî keça xwe perwerde kiriye. Li gorî rîwayetan Samuel raza mîstîk ên cihûyan derbasî keça xwe kiriye, ji ber vê yekê nehiştiye keça wî derkeve derveyî malê.

Şerta domandina perwerdeyê

Asenath ji aliyê bavê xwe ve bi Îbrahîm Mîzrahî re ku xizmê wan e, tê zewicandin, lê dema Samuel keça xwe dizewicîne tenê şertek wî hebûye; ew jî domandina perwerdeya keça wî û bi tu awayî dest nedayîna karê malê ye. Haham Îbrahîm Mîzrahî vî şertî qebûl dike.

Piştî demeke kin Îbrahîm Mîzrahî berpirsyariya Yeşîvaya Cihûyan a Mûsilê (dibistana olî) digire ser milê xwe. Li Mûsilê keçek û kurek Asenath û Îbrahîm çêdibin, lê Îbrahîm Mîzrahî di temenekî ciwan de dimire. Piştî mirina Îbrahîm Asenath dibe berpirsê Yeşîvaya yê Mûsilê. Ev jî di dîroka cihûtiyê de tişta yekemîn e ku jinek dibe berpirsê dibistana olî.

Diçe Amediyeyê

Asenath Barzanî piştî mirina bavê xwe bi piranî erka bavê xwe jî digire ser milê xwe. Ji ber vê yekê her tim derdiketin seyehatan û bi vî awayî civaka cihûyan li gel hev digirtin. Ji ber vê yekê li Kurdistanê wek mamosteya giştî ya Tewratê (pirtûka pîroz a cihûyan) dihat nasîn. Piştî mirina Samuel Asenath her tim bavê xwe di xewna xwe de dîbîne. Dîsa şevekê Asenath bavê xwe di xewna xwe de dibîne û bavê wê jê xwestiye ku biçe gundekî Amediyeyê, cihûyên wir ên rewşa wan xirab e ziyaret bike û cejna Rosh Hodeşê (cejneke cihûyan e û roja destpêkê ya salê tê pîrozkirin) li wir pîroz bike.

Piştî vê xewnê Asenath biryara çûyîna Amediyeyê dide lê belê civaka cihûyan li hemberî vê yekê dertê. Ji ber Amediye cihekî ne ewle ye ditirsin tiştek bi serê Asenathê bê, lê Asenath guh nade wan û diçe Amediyeyê.

Rîwayetên der barê Asenathê de

Asenath li Amediyeyê ji aliyê cihûyan ve bi kêfxweşî tê pêşwazîkirin. Ji cihûyan re li derveyî sînagogê (bi navê din hewra, cihê îbadetxaneya cihûyan e) pêşniyara pîrozkirina cejna Rosh Hodeşê dike, lê cihû li hemberî vê yekê dertên û dibêjin sînagog hîn ewletir e. Asenath bi axaftina xwe wan qanih dike û cejnê li derveyî sînagogê pîroz dikin. Li gorî rîwayetan di dema pîrozkirina cejnê de ji ezman gogeke agir tê li sînagogê dikeve û sînagog dişewite. Civaka cihûyan ji vê yekê ditirsin û hewl didin agir bitefînin lê di wê gavê de Asenath gotinên ku qet nehatine bihîstin gotiye û milyaket li ser sînagogê xuya kirine. Milyaket agir tefandine û dîsa ber bi asîman ve firiyane. Piştî vê cihû dikevin sînagogê û li hemberî rewşê matmayî dimînin. Ji ber sînagog wek berê wekî ku qet agir derneketiye dibînin. Piştî dijminê cihûyan vê mucizeya Asenathê dibihîzin êdî cihûyan aciz nakin.

Ji derdan re dibû derman!

Navdarî û efsaneya Asenath Barzanî tenê ne di nav kurdên cihû de di nav hemû kurdên herêmê de belav dibe. Kesên birîndar, nexweş û xwedî nexweşiyên bêeman diçûn ber derê Asenathê û jê alîkarî dixwestin. Bajarê ku efsaneyên Asanethê herî zêde lê belav bûye Amediye ye. Hê jî bermahiyên sînagoga ku bi navê wê hatiye çêkirin li bajarê Amediyeyê ye.

Helbestên Asenathê

Asenath bi qasî mucîzeyên xwe bi helbestên xwe jî tê nasîn. Heta helbestên wê yekemîn mînakên berhemên modern ên bi zimanê îbranî ne ku bi destê jinê hatiye nivîsandin.

Jiyana xwe ji dest dide

Ev jina kurd a bi zanebûna xwe bû hahama yekem, di sala 1670’yî de li bajarê Amediyeyê jiyana xwe ji dest dide û li vî bajarê tê veşartin. Hê jî gora Asenath Barzanî ji aliyê cihûyan ve tê ziyaretkirin.