26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Haran: Dixwazin tolê ji girtiyan hilînin

Hevseroka MED TUHAD-FED’ê  Elîf Haran têkildarî nêzikatiyên li girtiyên nexweş ên siyasî diyar kir îqtîdar li dijî hiqûqê bi awayekî întîqamwarî û dijminane nêzikî girtiyên siyasî dibe û şertên heyî hîn zehmettir dike.

Li girtîgehan girtiyên nexweş ji ber ku nayên dermankirin û serbest nayên berdan yek bi yek jiyana xwe ji dest didin. Li gorî dane û raporên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) 604 jê giran bi giştî Hezar û 605 girtiyên nexweş li van girtîgehan in. Girtiyên nexweş gelek nexweşî bi wan re hene û ji ber di şertên giran de girtî ne û nayên dermankirin. Dîsa ji ber şewba Covît-19 nikarin biçin nexweşxaneyan û bên dermankirin. Girtiyên nexweş ji aliyê darazê ve weke “dijmin” an jî “ji bo civakê kesên bi zerar e” tên pênasekirin. Daraz bi hinceta “Ewlehiya civakê dixin talûkeyê” girtiyên nexweş bernade.

Ji ber van şertên giran ên li girtîgehan di 11 mehên sala 2020’an de 21 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest da.  Herî dawî girtiyê nexweş Huseyîn Îdîg ku 26 salan girtî ma û înfaza wî taloq kirin, li nexweşxaneya Misircê ya Sêrtê jiyana xwe ji dest da.Têkildarî van mijaran Hevseroka MED TUHAD-FED’ê  Elîf Harran ji rojnameya me re axivî.

‘Em serî li saziyên pêwendîdar didin’

Hevseroka MED TUHAD-FED’ê  Elîf Haran, diyar kir ku ew li gorî agahiyên ku tên ber destê wan  raporên xwe yên têkildarî girtiyên nexweş amade dikin û wiha got: “Raporên ku em nû dikin pêre bi raya giştî re parve dikin. Di rapora me de di serî de agahiyên girtiyên nexweş ên  divê bi awayekî lezgîn bên tehliyekirin û hemû girtiyên nexweş hene. Ji bo ku girtiyên nexweş him bên tedawîkirin û him jî bên tehliyekirin, pêşi ji bo ku bala raya giştî bikişînin em serî li hemû saziyên pêwendîdar didin. Bi heman şiklî ji aliyê komîsyonên me yên hiqûqê ve pêvajoyên hiqûqî ên eleqedar bi rê ve dibin. Der barê vê mijarê de em serî li meclis, Wezareta Dadê û partiyên siyasî didin. Em saziyên civakî yên sivîl agahdar dikin û banga hestiyariyê li wan dikin. Bi taybetî em di raporên ku pêşkêşî rêxistinên navneteweyî dikin de balê dikişînin ser rewşa girtiyên nexweş.”

‘Ji ber rewşên siyasî nayên berdan’

Elif Haran destnîşan kir ku girtiyên nexweş ên ji ber rewşên siyasî nayên berdan û wiha axivî: “Em li gorî prosedura tehliyekirina girtiyên nexweş ji bo ku cezayên wan li gorî demên diyarkirî bên taloqkirin serlêdanên hiqûqî dikin. Lê belê heta niha girtiyên ku hatine ber mirinê an jî jiyana xwe ji dest daye tên tehliyekirin. Him dadgehên eleqedar him jî Saziya Tiba Edlî (ATK) ji ber ku bi awayekî îdeolojîk û siyasî nêzik dibin serlêdanên pêvajoyên hiqûqî bê encam dimînin. Di vê rewşê de dibe sedema him girtiyên nexweş di şert û mercên ne baş de li girtîgehan bimînin him jî dibe sedema mirina wan.”

Nêzikatiyên întîqamwarî û dijminane

Haran diyar kir ku pandemiyê di serî de li ser girtiyên nexweş bi gelemperî li girtîgehan bû sedema tecrîda giran û wiha pêde çû: “Desthilatdariya heyî ji ber ku li dij hiqûqî û bi awayekî întîqamwarî û dijminane nêzikî girtiyên siyasî dibe şertên heyî hîn zehmetir dike. Ev yek bû hinceta sînordarkirina hevdîtina girtiyan a  bi parêzer û malbatan re. Bi qutkirina têkiliyên girtiyan bi derve re dixwazin tecrîdê girantir bikin. Ji ber ku desthilatdariya heyî bi awayekî rêk û pêk agahiyan parve nake em bi saya girtiyên nexweş ên ku serlêdanan dikin, em dibin xwedî agahî. Ji aliyekî din ve jî bi qasî ku bi raya giştî re tê parvekirin em dibin xwedî agahî. Mixabin di destê me de heta niha çend girtiyan jiyana xwe ji dest dane agahiyên zelal nînin. Meclis jî bi awayekî rêk û pêk agahiyan parve nake.”

‘Penceşêra Îdîg dereng hat teşhîskirin’

Elîf Haran di dawiya axaftina xwe de behsa girtiyê nexweş Huseyîn Îdîg ê ku jiyan xwe ji dest da jî kir û ev agahî dan: “Herî dawî Huseyîn Îdîg ku li ber mirinê bû, ji girtîgeha Tîpa D’yê ya Amedê tehliye kirin. Li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Huseyîn Îdîg 26 sal berê hatibû girtin. Him di pêvajoya girtinê de îşkenceya ku lê hatibû kirin him jî şertên girtigehan bû sedema nexweşiyên giran lê peyda bibin. Nexweşiya wî ya penceşêrê pir dereng hat teşhîskirin. Heta ku rewşa wî xetere nebû nehat tehliyekirin. Him dereng teşhîskirina nexweşiyê  him jî tedawî nekirina wî bû sedem ku rewşa wî giran bibe. Mixabin Huseyî Îdîg jî wek girtiyên nexweş ên din jiyana xwe ji dest da. Her gavê me anî ziman ku rewşa girtiyên nexweş ne siyasî wijdanî ye. Lê belê desthilatdariya heyî ji ber ku ji ehlaq, hiqûq û wijdanê bêpare encam nayê girtin.”