4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hatîmogullari: Divê bilez Ocalan azad bibe

4’emîn Kongreya Mezin a Partiya Çepên Kesk bi axaftinan didome. Di kongreyê de namzetên Hevserokatiya Partiya Demokrasî û Wekheviyê (HEDEP) Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan axaftin kirin. Ewil Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Edeneyê û namzeta Hevserokatiyê ya HEDEP’ê Tulay hatîmogullari axivî.

Tirkiye bûye welatê girtîgehan

Hatîmogullari diyar kir ku ev îktîdar yek ji felaketa herî mezin a ku hatiye sere vî welatî ye û wiha got: “Tirkiye bûye welatê girtîgehan. Heta jiyanek mirovane pêş bikeve têkoşîna me dê bidome. Îktîdar dest ji kumpas û lîstikan bernade. Em ji vir silavên xwe ji Sabahat Tuncel, Gultan Kişanak, Leyla Guven, Ayla Akat û girtiyên din re dişinin. Betalî, xizanî, bêwarî her ku diçe mezin dibe.”

Îktîdar ol wekî amûr bikar tîne

Hatîmogullari anî ziman ku piştî hilbijartinê îktîdar li dijî jiyana gel bêtir hov û ceberut bûye û wiha berdewam kir: “Ol wekî amûr bikar tîne û îstîsmar dike. Canên elewî, wekî ên din dibinin. Wan wekî bawerî qebûl nake. Em wekî duh îro jî li pişt baweriya elewiyan in. Ji bo em welatekî demokratîk ku her kes karibe baweriya xwe azad bijî deynê stuyê me ye. Ji bo em hemû mafê jinan bi dest bixin em ê bêtir têbikoşin. Ji bo peymana  Stenbolê dîsa texin meriyetê êm ê têkoşîna xwe mezintir bikin. Hesap ji kujerên jinan û li îstîsmarkarê zarokan û diziya kedê qet bêdeng neminin. Soza me ji xwişkên me yên jin ên girtî ku li dijî kuştinê derketine û hatine girtin heye. Em hevrêyê Nagîhan, Roza, Hevrîn, Amîne, Sara û Rojbînan in. Em bi felsefeya “Jin Jiyan Azadî” têdikoşin.”

Çareseriya li Rojhilata Navîn di çaresiriya kêşeya kurd re derbas dibe

Hatîmogulllari, da zanîn ku ev erdnîgarî warê berxwedanê ye û wiha lê zêde kir: “Li Rojava têkoşîna li dijî DAIŞ’ê di cîhanê de têkoşîna herî bi qîmet e. Niha dîsa dixwazin van êrîşan zindî bikin. Em dixwazin bi lez van êrîşan bi dawî bikin. Çareseriya li  Rojhilata Navîn di çareseriya pirsgirêka kurd û filistinê re derbas dibe. Çareserî ne tene pirsgirêka kurd e. Pirsgirêka hemû gelên li rojhilata Navîn dijîn e.”

Divê Ocalan bigêje azadiyê

Hatîmogullari, destnîşan kir ku ew ji kijan gelî bibin bila bibin, xizanî û êşên wan eynî ne û wiha got: “Em ji kijan gelî bibin bila bibin pirsgirêkên me heman in. Ji bo pirsgirêka li Rojhilata Navîn çareser bibe divê tecrîd bi dawî bibe. Yek ji pirsgirêkên herî mezin ên li pêş çareseriya kurd in. Ji bo vê yekê divê tecrîd bi dawî bibe. Zêdeyî 31 mehan e tu agahî ji Birêz Ocalan nayê girtin. Divê demek beriya demekê birêz Ocalan bigêje azadiya xwe.

Çareserî Konfederalîzma Demokratîk e

Şerê di navbera  Îsraîl û Fîlîstinê de didome. Bi hezaran sivîl hatin kuştin. Kuştina sivîlan didome. Em qet polîtîkaya Îsraîlê ya dagirkeriya li ser Fîlistinê qet qebûl nakin. Em dixwazin demek berî demekê ev zilma li ser gelê mazlum bi dawî bibe. Em li pişt gelên mazlum in. Lê îktîdar hêsirên derewîn dibarîne.

Li Rojhilata Navîn du birînên nehatine kewandin hene. Yek jê pirsgirêka kurd û ya din jî pirsgirêka Filist e. Heta ku pirsgirêka kurd û filistinê çareser nebe, li Rojhilata Navîn dê herikîna xwînê bidomîne. Çareseriya vê yekê aşti ye. Felsefeya Konfederalîzma Demokratîk ku Birêz Ocalan peşkeş kiriye ye.”

Em rêwiyê rêya sêyemîn in

Hatîmogullari bal kişand ser rêya sêyemîn û wiha bi dawî kir: “Em rêwiyê rêya sêyemin in. Li dijî dagirkerî û mêtîngeriyê, em rêwiyê rêya sêyemîn ên ked û têkoşînê ne. Têkoşîn di sindoqan de nayên hepiskirin. Têkoşîn li qadan, li taxan û di nava gel de pêş dikeve. Em bang li hemû muxalefetê dikin. Me polîtîkayên xwe yên tifaqê ji nuve di ber çavan re derbas dikin. Em ê bi hemû hêzên civakê re ji nüve têkoşînê pêş bixin. Divê hemû kesên sosyalist, demokrat, aştîxwaz, kedparêz, wekhevîparêz, xwezaparêz werin dest bavêjin vê têkoşînê. Em hêza xwe bikin yek û bi hevre komarê demokratîk bikin. Em bi hevre pirsgirêka kurd, jin, elewî û kedkaran bi hevre çareser bikin. Em hêza xwe ji Kemal Pîr, Mazlum Dogan, Mahîr, Subhî, Behîce Boran, Denîzan digirin. Heta ruyê erdê bibe rûyê evînê em ê bi hevre têbikoşin. Em serkeftinê dixwazin. Serkeftin ya me ye.“

Bakirhan: Statuya Rojava nas bikin

Namzetê Hevserokatiya HEDEP’ê Tuncer Bakirhan jî ewil hemû beşên civakê yek bi yek silav kir û wiha got: “Em şopdarên kevneşopiya HDP û HDK’ê ne. Bijî HDK, Bijî HDP. Pergala Kapîtalîst, kaosa herî mezin a salên dawî dijî. Kaos û krîz li çar aliyê cîhanê belav bûye û li benda çareseriyê ye. Di rewşek wisa de em nikarin çand û sincê di bin siya modernîteya kapîlatîst de bihêlin. Axa Rojhilata Navîn li aliyekî malovaniyê ji berxwedana dîrokî re dike. Li aliyê din bûye warê zilm û zordestiyê. Di pêvajoyek wisa de têkoşîn gelek girîng e. Li şuna em vî şerê kul i rojhilata navîn pêş dikevin rawestînin em benzînê lêbikin cehaletek pir mezin e. Niha li Rojava mizgeft, warên jiyanê û nexweşxane tên bombekirin. Hemû kes dibine ku cîhan şahide geşedanên li Rojava ye. Cîhan şahid e ku gelê rojava li ber xwe dide û serî natewîne. Li pêş çavê cîhanê dixwazin li Rojava ku bi milyonan dijîn paqijiya nîjadî bike. Divê cîhan kesên li dijî Fîlîstînê û Rojava dirû tev digere  bibine. Erdogan dibêje ‘Kesên di şer de bi ser dikevin tune’ Lê li aliyekî şerê li dijî filistinê rexne dike, li aliyê din Rojava bombe dike. Ev durûtiyî ye. Rojava axa jiyanê ya heviyê ye. Rojava heviya avakirina azidiya jinê ye. Modela jiyanê ye. Em li dijî van êrîşên li hemberî modela jiyanê ye. Em bang li hemû cemaweriya cîhanê dikin ku nebin şirîkê vî sûcî. Em bang dikin. Statuya Rojava nas bikin. Divê berî her tiştî Tirkiye statuya Rojava nas bikin.”

Heta şer bi dawî nebe pirsgirêk bi dawî nabin

Bakirhan bal kişand ser lêçûna şer û wiha lê zêde kir: “Di 25 salên dawî de îktîdarê 8 milyon dolar pere ji şer re razandiye. Li şuna vî pereyi ji xizanî, birçîbûn, tenduristî û perwerdehiyê razîne, vî pereyî li şer xerç dike. Heta şer bi dawî nebe pirsgirêka aborî çareser nabe.”

Bakirhan, rojnameger û nivîskar Nagîhan Akarsel jî bibîr anî û wiha got: “Em Rêheval Nagîhan bi bîr tînin. Rêheval Nagîhan bi kedek mezin ji bo Jin Jina Azadî têkoşiya. Têkoşîna wê li çar aliyê cîhanê olan dide. Em ê têkoşîna wê mezin bikin. Îro li Tirkiyeyê feraseta qeyûman serdest e. Qeyûm dîlgirtina Gultan Kişanak, Sabat Tuncel, Leyla Guven, Ayla Akat Ata ye. Lê em ê dawî li qeyûman bînin.”

Hemû cîhan dibêje tcrîd heye

Bakirhan herî dawî destnişan kir ku li vî welatî çareseriya van pirsgirêkan heye û wiha bi dawî kir:  “Muhatabê van pirsgirêkan heye. Muhatabê van pirsgirêkan Birêz Ocalan e. Li îmraliyê tecrîdek mutlaq e. Sedema tecrîdê hewldanên Ocalan ên çareseriyê ye. 3 sal in tecrîda mutlaq didome. Îro hemû cîhan dibêje tecrîd heye. Lê îqtîdar hebûna tecrîdê înkar dike. Divê em li dijî tecrîdê li aliyê demokrasî çareseriyê bigirin. Divê hemû demokrat û aştîxwaz li diijî tecrîdê rawestin. Ji bo demokrasî, aştî û çareseriyê divê birêz Ocalan karibe rola xwe bilîze. Em hemû bûn şahid ku di pêvajoya çaresiriyê de birêz Ocalan çawa rola xwe lîst. Azadî ji bo Ocalan. Azadî ji bo Ocalan.  Erdogan qala Destûra bingehîn dike. Lê em dizanin ku vê destura bingehîn li gorî xwe amade dike. Çareserî Destûra Bingehîn a sivîl û demokratîk e. Niha hilbijartin nêzîk dibe. Em ê hemû şaredariyên xwe yên qeyûm tayin kirine dîsa paşve bistînin. Ne tene şaredariyên ku qeyûm tayin kirine, her wiha em ê şaredariyên li herêma Tirkiyeyê jî bi dest bixin.  Çareserî em in. Dem dema xebat û rêxistinbûnê ye. Çaresî em in û çareserî li cem me ye. Ji bo azadiyê dem dema têkoşînê ye.”