spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji Abdullah Gul peyama çareseriya pirsgirêka kurd

Serokkomarê berê Abdullah Gul ku bi salan bi Erdogan re siyaset kir, li dijî gotina Erdogan a ku dibêje, ‘Me pirsgirêka kurd çareser kiriye)’ derket û got ku heke pirsgirêka kurd çareser bikirana wê xweaîdîbûn û dilsozbûna hemû hemwelatiyan a welat bi pêş biketina.

Serokkomarê berê Abdullah Gul ku bi salan bi Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan re siyaset kir li dijî gotinên Erdogan ên ji bo pirsgirêka kurd derket. Gul, tev li merasîmeke li Zanîngeha Abdullah Gul a li ser navê xwe bû û li dijî gotina Erdogan ku dibêje, ‘Me pirsgirêka kurd çareser kiriye)’ derket û bi awayekî sergirtî destnîşan kir ku pirsgirêka kurd nehatiye çareserkirin.

Gul, di axaftina xwe de gotinên Mistefa Kemal ên di axaftina wî ya di sala 1923’yan de ya der barê pirsgirêka kurd de bi bîr xist û diyar kir ku heke wan pirsgirêka kurd a Mistefa Kemal di axaftina xwe de balê dikişîne ser di çarçoveyeke berfireh a demokratîk û mafên bingehîn û azadiyan de çareser bikirana wê xweaîdîbûn û dilsozbûna hemû hemwelatiyan a welat bi pêş biketina.