26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

HDP’ê li dijî tecrîdê çalakiya rûniştinê li dar xist

Bi pêşengiya rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê ji bo balê bikişînin ser çalakiya greva birçîbûnê ya 139 roj in li girtîgehan li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah û binpêkirinên mafên mirovanên ên li girtîgehan didome, li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a Parka Koşûyolû ya Navçeya Rêzan a Amedê daxuyanî da çapmeniyê.

Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyat Ceylan, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveberên bajêr û navçeyan ên HDP’ê, endam û rêveberên TUAY-DER’ê û welatî beşdarî daxuyaniyê bûn.

Dorpêç kirin

Polîsan berî daxuyaniyê Bîrdariya Mafê Mirovan dorpêç kirin. Gelek maşîneyên zirxî û polîs li derdora parkê bi cih bûn. Ketin û derketina bîrdariyê hatin girtin. Berî daxuyaniyê Kontrola Agahiya Giştî (GBT) hat kirin. Kesên beşdarî daxuyaniyê bûn xistin çemberê.

Çalakiya rûniştinê

Polîsan nehişt daxuyanî bê dayîn û beşdarên çalakiyê bertek nîşan da û dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Di çalakiya rûniştinê de, bi tilîlî û çepikan dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hat berzkirin. Bi vî awayî bertek nîşanî tecrîdê dan û xwedî li çalakiya greva birçîbûnê derketin.