26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hêj tu agahî ji 3 jinên RJAK’î nayê girtin

Sê endamên RJAK’ê di 5’ê tebaxê de dema ji selvegera fermana Şengalê vedigeriyan asayîşa peşmergeyên PDK’ê ew binçav kirin. Ji roja binçavkirinê heya niha tevî hemû hewldanên RJAK’ê, tu agahî nehatine girtin.

Endama diplomasiya RJAK’ê Zeyneb Mehemed li ser rewşa endamên RJAK’ê Xewla Mihemed Hesen, Ciwana Abdulbaqî û Seyran Ehmed yên di destê PDK’ê de agahî dan.

Zeyneb Mehemed li ser endamên RJAK’ê diyar kir ku ji roja ewil heya niha nizanin ku ji bo çi endamên wan hatine girtin û ev agahî dan: “Sedemeke ku havalên me bên girtin nîne. Ji ber ku ji aliyê qanûnî ve sedema wan a girtinê tune ye. Tenê aliye wê yê siyasî heye. Ji gelek aliyan ve hewildanên me çêbûn. Lê mixabin hê jî tu agahî tune ye. Pêşmergeyan ew binçav kirine. Lê ne wan dibin dadgehê û ne jî dihêlin ku parêzer an jî malbat wan bibînin.”

‘Ev berpirsiyariya me hemûyan e’ 

Zeyneb Mehemed diyar kir ku ji roja hevalên wan hatine binçavkirin heya niha gelek bertek hatine nîşandin. Lê ev piranî ji aliyên wan ve pêk hatine û wiha got: “Partiyên jinan ên başûrê Kurdistan çend cara ji bo bûyerê daxûyanî dan. Lê ji xeynê wê hewildaneke nehat dayîn. Em bi xwe xebatên xwe dikin. Em bang li wan rêxistinan jî dikin ji ber ku yên hatine girtin jin in û ev berpirsiyariya me hemûyan e. Ne tenê em hewceye ku hemû sazî li ser vê yekê biaxivin û bikin rojeva xwe. Pisgirêka başûr jî yek ewe ku nahêle rojev li ser van mijaran çêbibin.”

Zeyneb Mehemed di axavtina xwe de anî ziman ku ev nêzikatiya ku li hember endamên RJAK’ê pêk tê xwediyê armanceke din e û wiha bi dawî kir: “Ev nêzikbûna ku tê kirin nêzikbûneke desthilatdariye. Di salên dawî de bi teybetî ji milên jinan de têkoşîna ku tên kirin û pêşketinên ku çêdibin dixwazin bên tunekirin. Bi van revandinan dixwazin di nav jinan de tirsekê bidin avakirin. Da ku jinên çalakvan xwe paş ve bikşînin. Ew jî dizanin di salên dawî de jin ji aliyê çand, civak û siyasetê de gelek pêş ketine. Yanî hedef ew e ku jinan bêdeng bikin û careke din jinan bikin bin desthilatdariya xwe.”