26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gelê Serhedê di 1’ê Îlonê de tev li mîtînga Wanê dibe

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê dê di 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de mîtînga aştiyê li dar bixin. Mitîng wê roja çarşemê saet di 15.00’an de li Parka Mûsa Anter pêk bê. Amadekariyên ji bo mitîngê li bajêr didomin. Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê bi dirûşma “Aştî dide jiyanadin” mîtîngê organîze dike. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan dê beşdarî mitîngê bibin. Grûp Abdal, stranbêj Mûrad Demîr, Koma Hunerê ya Aryenê û stranbêj Nûrcan Degîrmencî jî derkevin serdikê û stranan bibêjin. Li bendê ye ku ji bajarên Mûş, Bedlîs, Agirî, Qers, Erzirom, Îdir û Colemêrgê jî gel bi maşîneyan bên Wanê û beşdarî mîtîngê bibin.

Komîteya Amadekar ji bo mitîngê serî li Walîtiya Wanê dabû. Walîtiyê mîtîng erê kir. Hevserokên Rêxistina HDP’ê ya Wanê Fîkret Dogan û Handan Karakoyûn û Hevserokê Rêxistina DBP’ê ya Wanê Çetîn Ûyar ku di nava Komîteya Amadekar de cih digirin banga beşdariya mitîngê li gelê Herêma Serhedê kirin û xwest beşdarî mitîngê bibin. Hevserokan xwest her kes beşdarî mîtingê bibin û li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dengê xwe bilind bikin.