26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hejmara nû ya Dilopê derket

Hejmara 16’emîn a kovara Dilopê ya du mehî ya çand, huner û polîtîkayê derket. Di vê hejmara kovarê de mijara dosyeyê rewşenbîrê kurd Osman Sebrî ye. Osman Sebrî, di vê hejmarê de hem bergê kovarê hem jî dosyeya kovarê dadigire. Dosye bi keda Firat Cewerî, Mehmet Oncu, Şeyhmus Dîken û Hêvî Sebrî ya qîza Osman Sebrî hatiye amadekirin. Di dosyeyê de qala jiyana Osman Sebrî ya li Semsûrê dest pê dike û li Şamê bi dawî dibe, tê kirin. Dîsa fikra sosyalîst a Osman Sebrî ku baş nayê zanîn di dosyayê de tê vegotin. 

Mijara ziman didome

Mijara dosyeya borî ya kovarê statuya ziman û bikaranîna wê bû. Di vê hejmarê de jî ev nîqaş berdewam e lê ji aliyê ekonomî-polîtîk ve. Necat Ayaz ê lêkolîner bikaranîna kurdî ya ji aliyê çînên civakî ve dide ber hev. Ayaz, mînakên dinyayê nîşan dide û bal dikişîne ser dewlemend û xizanên kurd bê ka kîjan çîn çima bêhtir bi kurdî dipeyive. Di vî warî de Ayaz rexneyên muhîm li tevgera kurd a li bakur dike û pê re tespîtên girîng datîne holê.

Ayhan Erkmen jî di hejmarê de qala serpêhatiyên sosret ên malbata Ebasê Miho dike. Mesut Alp jî di vê hejmara kovarê de berê xwe dide dîroka Mezopotamyayê û dikeve pey şopên deqan. Nivîs bi wêneyên rengîn ên Selmet Guler rengîntir dibe.

Mijarên cuda digire dest

Rîtuela din Cejna Hinaran a Hewramanê ye. Îbrahîm Şadman li ser vê rîtuela yarsanan nivîsiye. Uranus Alizadeh a wênekêş jî bi wêneyên xwe atmosfera festîvalê radixe ber çavan. Îsal du neferên muzîka kurdî ji nav me bar kirin. Du Seîd; Seîd Yûsif û Seîd Gabarî, di nav du mehan de wefat kirin. Zeyneb Yaş, di vê hejmarê de li ser van her du Seîdan nivîsiye.

Mela Mihyedîn jî ligel şopdarên herdu Seîdan, ligel Koma Lawje ku dixwaze muzîka gelêrî ragihîne ciwanan û dahatuyê hevpeyvînek çêkiriye. Çîroka avakirina Lawjeyê, armanc û hedefên wan ji aliyê her sê endamên komê ve bi sohbeteke geş tên ravekirin.

Weke hejmarên borî Fewzî Bîlge yê xêzkar dîsa bi tabloyeke xwe û şîroveya vê tabloyê kovarê rengîntir dike. Şairên vê hejmarê Osman Sebrî, Tûrgût Ûyar û Narîn Omer in. AMED

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê