27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hejmara nû ya Laserê derçû

Hejmara 6’emîn a Fanzîna Laserê ku ji alîyê Klûba Ziman û Wêjeya Kurdî ya Zanîngeha Çewlîgê ve bi kurmancî û kirmanckî tê belavkirin, derçû.

Di rûpelê ewil a fanzînê de helbestkarê kurd ê sedsala 11’an Baba Tahirê Uryan bi çend çarînên xwe hatiye danasîn. Di beşa kirmanckî de bi Malla Kamilê Puexî re, di beşa kurmancî de jî bi helbestkar Kawa Nemir re hevpeyvîn hatine kirin. Wergereke ku ji helbestkarê tirk Necip Fazil Kisakurek hatiye kirin di beşa kirmanckî de, wergera ku ji Cemal Sureya û ya ku ji helbestkara amerîkî Sylvia Plathê hatiye kirin jî di beşa kurmancî de cih digirin. Ji her 5 hejmarên beriya xwe cudatir, di dawiya her du beşên vê hejmara Laserê de bi kirmanckî û kurmancî du xaçepirs hene.

Her wiha di vê hejmarê de li înteraktîfîya xwîneran hatiye fikirîn û di çend nivîsan de bi bernameya QR’ê ya nivîsbariyê hewl hatiye dayîn ku meraqdar bi xwendinê tenê nemînin û der barê nivîsan de bibin xwediyên agahiyên zêdetir. Yanê mirov dikare bi wênegirtina etîketa kodeke QR’ê bi hêsanî xwe bigihîne lînka belgefîlmê ku li ser jiyana Baba Tahirê Uryan hatiye kişandin, an jî bi rêya youtubeyê li çarînên wî guhdarî bike.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Laser tekane fanzîn e ku halê hazir ji aliyê xwendekarên lîsansê yên beşên kurdî yên li zanîngehên Tirkiyeyê ve tê belavkirin û ji edîtorîya wê heta bi belavkirinê hemû karên wê bi kolektîfî tên kirin. ÇEWLIG

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê