Rojnameya Heftane

Ziman û ruhê wergerê

Aryan Med

Wergera ji zimanekî bo zimanekî din, yek ji rêbazên danûstandinê yên di navbera çand, huner, wêje û zanistê de ye. Dikarin bêjin ku werger, ji destpêka bikaranîna nivîsê heta roja me ya îro, parçeyekî girîng ê şaristaniyê ye.

Tabletên Sumeran wek wergera destpêkê tên binavkirin û bi rêya wergera ji zimanê sumerî em zanyariyên pir girîng bi dest dixin. Pirtûkên olî bi rêya wergerê di nav gelan de belav bûne.

Di serdema me de ku teknolojî pir li pêş e, bêyî ku li çapxaneyan bê çapkirin, bi rêya înternetê tavilê zimanek li zimanekî din tê wergerandin û ew berhem tê belavkirin. Ev jî dike ku her kes dikaribe xwe bigihîne zanyariyên bi zimanekî din.

Werger, ji bo zimanên di bin nîrê mêtingeriyê de tên asîmilekirin, pir girîng e. Ji ber ku deriyê zanyariyê li van zimanan bi kotekî hatiye girtin, ji berhemên cîhanê jî bêpar mane û ji neçarî fêrî zimanên serdestan bûne. Zimanê kurdî jî yek ji van zimanan e ku sedan sal in ji aliyê desthilatên ereb, faris û tirk ve tê asîmilekirin. Ji lewra rol û rista wergerê bo pêşketin û berdewmiya hebûna zimanê kurdî hêmaneke diyarker e.

Li Wêjegeh Amedê ya destpêka sibata 2020’an, bi armanca birêvebirina kar û barên çand û wêjeya duzimanî (kurdî-tirkî) hat vekirin, di çarçoveya rêzeçalakiyên navendê de, bi sernavê ‘Ruhê Wergerê’ bi pêşkêşiya nivîskar û wergêr Dilawer Zeraq, guftûgo hat kirin.

Zeraq têkildarî kartêkerî û girîngiya wergera kurdî gotarek pêşkêş kir. Li gorî wî, ji bo wergerê duzimanî bi serê xwe têr nake. Her wiha tîne ziman ku wate û fêmkirina wergerê cihê xwe baş negirtiye û dibêje: “Em radibin li ser vê zanînê hewl didin ku metnekê çi edebî, çi zanistî binîn ser zimanekî din. Her kesên du milên wan hene dikarin kemanê bijenin? Na!”

Zeraq der barê destpêkirina duzimaniya kurdan û wergera kurdî de jî zanyariyên balkêş parve dike. Di gotarê de diyar dike ku duzimaniya kurdan bi îslamiyetê dest pê dike û medrese ne bi destê kurdan, bi destê ereban hatine avakirin.

Bi taybetî di serdema xelîfeyê îslamê Hz. Omer de bi armanca  perwerdeya bi erebî du tiştên sereke tên kirin: 1. Avakirina medreseyan, 2. Qedexekirina wergera ayetên quranê. Bi van pêngavên girîng, erebî li kurdan tê ferzkirin.

Zeraq, destnîşan dike ku lêkolîner dibêjijn ku di medreseyan de metnên erebî li kurdî hatine wegerandin û wergera kurdî ya ji zimanekî din dikeve jiyana kurdan û wiha tîne ziman: “Ji wê çaxê ve ye em bi wergerê dijîn. Ruhê me werger e. Derbek li ziman û ruhê me yê esasî, ruhê me yê binelî, xwemalî ketiye. Heta wê çaxê bi kurdî çi çêbûbe, em hîn jî wan bi kar tînin.”

Bi dîtina Zeraq heta Melayê Cizîrî tu kes li hember ruhê wergeriyê serî ranake û dibêje ku Cizîrî dixwaze vê yekê berevajî bike. Cizîrî wek serhildêrekî li hember zimanên serdest bi nav dike û tîne ziman ku Cizîrî, bi nivîsandina bi kurdî li dijî erebî û farisî û her wiha desthilatiya Osmaniyan derdikeve.

Zeraq amaje pê dike ku tu nivîsên kurdî yên heta niha hatine nivîsîn ji sedî sed ne kurdî ne û sedema vê jî wiha rave dike: “Me agahiyên xwe yên derheqê edebiyat, zanîn, teknîk û teoriyê de ji zimanekî din hildane. Em van agahiyan pêşî di hişê xwe de werdigerînin zimanê xwe û di heman demê de werdigerînin ser ruhê xwe. Agahiyên zanyarî, zanistî, teoriya sosyolojiyê, felsefeyê, psîkolojiyê di ruhê zimanê min de tune ne. Ji xeynî dermanên kurmancî tu agahiyên tibê, teknolojiyê di destê me de tune ne. Sedema vêya polîtîkaya yekagahîkirina serdestan a bi zimanên xwe ye.”

Nivîskar Zeraq wergerê wek xweheyîkirin û dandiyarkirina kurdan bi nav dike. Her hiwa dibêje ku kurd bi piranî agahiyên xwe ji zimanê tirkî werdigirin û li gorî wî ev kuştina ziman û ruhê kurdî ye. Heger haya kurdan ji kuştina ruhê wan hebe, du rê li ber wan hene; an ew ê wî ruhê ku hatiye kuştin bihêlin bila mirar bibe û ew ê li xwe neban bibin, çand û zimanê wan bibe tiştekî fantastîk, fantazmeke genî; an jî ew ê li xwe vegerin hevdû hişyar bikin da ku belkî werin ser hişê xwe.

Zeraq pirsa gelo em ê çawa dikaribin fikreke felsefîk, analîzeke polîtîk, dîtineke psîkanalîtîk bi vî zimanî biafirînin dike û wiha bersivê dide: “Divê em wergerînin da ku li hember serdestan rabûneke antîkolonyal pêk bînin. Em polîtîzasyon, sosyalîzasyon û danûstandina mirovane ku tê de ruhê min dihewe, bi kurdî ava bikin ku ev rabûn û pêkanînên antîkolonyal in.”

Zeraq diyar dike ku lêvegerîneke bi hişmendî û li ser zimanê xwe pêwîst e ku ev jî durehî, melezî ye û mînaka 3 qonaxên Hegel ên di vê der barê de tîne ziman: “Kesê/a dixwaze li xwe vegere, divê tehma lixwenebanbûnê (biyanbûn) jî bijî. Hegel li ser lixwevegerîn û nebanbûnê 3 qonaxan diyar dike:1. Kesek pêşî hay ji nebanbûna ruhê xwe dibe; 2. Piştre vedikişe kozika xwe; 3. Paşê jî bi ruhê xwe aciz dibe û hewl dide vegere ser ruhê xwe yê esasî (praksîs).”

Herî dawî Zeraq destnîşan dike ku hebûna ziman û ruhê kurdî girêdayî vegera li xwe ye û kurd ancax bi vî awayî dikarin praksîsa xwe pêk bînin. Her wiha diyar dike ku divê heta ji kurdan tê bi kurdî bixwînin, biaxivin û êdî dem hatiye ku kurd Sokratesî û lînguîstîka Chomsky dikaribin bi kurdî jî bixwînin.