27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Helebiyan komkujiya li Qamişloyê  şermezar kir

Bi sedan şêniyên bajarê Helebê bi meşekê êrişa SÎHA ya Tirkiyeyê şermezar kir. Di çarçoveya rêzeçalakiyên şermezarkirina êrişên SÎHA ya Tirkiyeyê ku li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, bi sedan şêniyên Helebê daketin qadan û soz da ku tola malbata Gulo hilînin. Meş ji pêşiya hola civînan a li beşa rojava ya taxa Şêxmeqsûdê dest pê kir û heta kolanên taxê dewam kir. Şêniyên Helebê wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, wêneyên Yusif Gulo, Mezlûm Gulo û Mihemed Gulo û sembolên kurdî rakirin. Şêniyan diruşmên “Xwîne kurd ne erzan e”, “Dê kujer berdêleke biha bidin” û “Em fedekarê welatê xwe ne” berz kirin.

Li Qada 7 Şehîdan a beşa rojhilat a Şêxmeqsûdê meş vegerî mîtîngê. Girsê li vir deqeyeke rêz girt. Endamê Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Welat Mamo û Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê Rewşan Mihemed axivîn. Kesên axivîn sersaxî ji malbatan re xwestin û soza tolhildana her sê endamên malbata Gulo da.