26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hem dişewitînin hem jî dibirin

Talankirin û wêrankirina xwezaya Kurdistanê bi destê leşkeriyê didome. Leşker li aliyekî daristanê dişewitînin, li aliyê din daran dibirin û talan dikin. Hêzên çekdar ên tirk (TSK) li Avaşînê ya girêdayî Herema Federe ya Kurdistanê, daran dibirin. Ajansa Nûçeyan a ROJNEWS’Ê têkildarî talankirina xwezayê nûçeyek parve kir. Li gorî nûçeya ROJNEWS’ê, leşkerên TSK’ê ji 23’yê nîsanê ve li Herêma Federe ya Kurdistanê, daran dibirin. Ajansê di nûçeyê de cih da wêne û dîmenên birîna daran û agahiya “Dînamîtan dixin bin rehên daran” parve kir.

Daristdana Xozatê 13 roj in dişewite

Daristana li çiyayê navçeya Xozatê ya Dêrsimê 13 roj in dişewite. Di 17’ê tebaxê de, piştî operasyona leşkeri li goma Koçerî, gundên Kûrûkaymak û Danzî yên girêdayî navçeya Xozatê ya Dêrsimê agir bi daristanê ketibû. Şewata li herêma Ûzûnçeşme, Degirmendere, Derekoy û gomên Çamurek û Hinzorî yên girêdayî gundê Karper a navçeya Pulurê 13 roj in didome. Welatiyan her tim xwestin mudaxileyî şewatê bikin û vemirînin. Lê her tim leşker li pêş welatiyan bûne asteng.

Leşker destûrê nadin ku welatî li Bestayê agir vemirînin

Li qada Qurta Xanê ya herêma Besta ya Şirnexê, vê sibehê agir bi daristanê ket. Piştî agir bi daristanê ket, leşker bi hinceta ewlehiyê destûrê nadin welatî biçin qadê û mudaxaleyî şewatê bikin. Welatî dixwazin şewatê vemirin, lê leşker welatiyan asteng dikin.

Şewata ku di encama bombebarana balafiran de, 4 roj berê li gundê Mêhrîna ya herêma Bestayê rû dabû didome.