spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xebatkarên Stêrk Tv’yê ji malbata Şêrko Celal re sersaxî xwest

Pêşkêşvanê Stêrk Tv’yê Şêrko Celal ku demek bû ji ber vîrûsa Covît-19 li nexweşxaneyê dihat dermankirin, di 28’ê tebaxê de jiyana xwe ji dest da. Xebatkarên Stêrk Tv ji bo malbat û dostên Şêrko Celal sersaxî xwest.

Şêrko Celal, li bajarê Lîlle yê Fransayê Hunermend û Pêşkêşvanê Sterk Tv bû. Ji ber nexweşiya vîrûsa koronayê çend roj bûn li nexweşxaneyê dima û duh koça dawî kir. Cenazeyê wî dê bi merasîmekê li Fransa were oxirkirin. Hunermend û Pêşkêşvanê Sterk Tv Celal di sala 1956’an de li navçeya Koyeyê ya Hewlêrê di nava malbatek welatparêz de ji dayik bûbû. Li Koyeyê xwend û piştre ji ber rewşa wê demê li gel malbata xwe koçî Hewlêrê kir. Piştre ji bo xwendina Peymangeha Hunerên Xweşik çû Bexdayê û di sala 1974’an de li gel Şêwekar Rehber Celal berê xwe da çiyayê Kurdistanê û bûn pêşmerge. Şêrko Celal di sala 1982’yan de ji ber rewşa başûrê Kurdistanê berê xwe dide Fransa û di sala 2002’yan de li Roj Tv dest bi pêşkêşvaniyê dike.

Di destpêkê de weke pêşkêşvanê Rojbaş Kurdistan dest bi kar kir û pişt re bû pêşkêşvan û amadekarê bernameya Tişkî Huner. Di sala 2012’yan de navê bernameya wî hate guhertin û bû Rêjney Reng û bi şêwe û teknîkek nû bi kar anî.

Şêrko Celal li gel pêşkêşvanî û karê hunerê xwedî gelek gotar û dosyayên cuda ne û gelek bername çêkir. Ji berî çend salan hevjîna wî jî ji ber nexweşiya penceşêrê koça dawî kirîbû.

Xebatkarên Stêrk Tv’yê ji malbat û dostên Şêrko Celal re sersaxî xwest. Xebatkarên Stêrk Tv’yê ev daxuyaî weşandin:

“Şêrko Celal Mamêş Koyê yê ku bi navê Şêrko Celal dihate naskirin di sala 1956’an de li bajarê Koyê yê Başûrê Kurdistanê ji dayik bû. Celal di sala 1974’an de tevî birayê xwe wênesaz Rehbar Celal dibe pêşmerge û li çiyayan jî bi wêneyan xizmeta şoreşê dike. Piştî ku şoreş têk diçe, Şêrko Celal vedigere Başûrê Kurdistanê û di sala 1982’an de jî berê xwe dide Fransayê. Şêrko Celal di sala 2002’an de di Roj Tv’yê de dest bi bernameya Rojbaş Kurdistanê dike. Celal demekê bernameya Tîşkî Huner amade û pêşkêş dikir. Di sala 2012’an de jî navê bernameyê diguherîne û di Stêrk Tv’yê de navê wê dike Rêjney Reng. Celal di Stêrk Tv’yê de bi sedan bername amade kir û ji xeynî xebatên medyayê wî li pey xwe gelek ceribandin, gotar û helbet jî hişt. Em xebatkarên Stêrk Tv’yê ji malbat û dostên hevrê Şêrko Celal re sersaxiyê dixwazin.”