Tevgera Hemasê hevdîtinê serokê Filistînê Mehmûd Abas bi Wezîrê Parastinê yê Israîlê Benny Gantz re bi tundî şermezar kir.
Ajansa nûçeyan a Fransayê cih da daxuyaniya berdevkê Hemasê Hazim Qasim ku tê de wiha hatibû gotin: “ Ev hevdîtin ji alî tu kesî ve nayê qebûlkirin, ew ji alî hemû welatperwer û niştimanan ve cihê şermezarî û nerazîbûnê ye”
Hazim Qasim got ku ew hevdîtin di demeke wiha de pêk tê ku êrîşên nişteciyên israîlî li ser filistîniyan zêde bûne.
Ji aliyekî din ve Wezîrê Kar û Barên Sivîl yê tevgera Fetih Hisên El Şêx jî der barê vê hevdîtinê de wiha gotibû: “ Roja sêşemê li Ramalayê di navbera Abas û Gantz de hevdîtinek pêk hatiye û wan der barê gelek mijarên ku herdu aliyan eleqedar dike guftûgo kirine.”
Serokê Filistînê Mehmûd Abas doh hevdîtinek bi Wezîrê Parastinê yê Israîlê Benny Gantz re kiribû.