9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Piştî taloqkirina hilbijartinê bijartekên Lîbyayê çi ne?

Komîteya Şopandina Hilbijartinê ya Meclisa Nûneran a Lîbyayê pêşniyar kir ku desthilatdariya cîbicîkar a welêt ji nû ve were avakirin. Di raporê de meclisê bibîr xist ku hikûmeta demî ya Lîbyayê nikaribû atmosfera lidarxistina hilbijartinan amade bike. Lewre jî hewcedarî bi hikûmeteke nû heye da ku hilbijartin pêk werin û welatê ji vê aloziyê derkeve. Her wiha namzetiya serokê hikûmeta berê Abdulhemîd Dubeybe ji bo hilbijartinên serokkomariyê hate rexnekirin. Îro parlamentoya Lîbyayê li hev civiya da ku plan û demekê ji bo lidarxistina hilbijartinan destnîşan bike. Çavên hemû gelê Lîbyayê li hêviya komîteya amadekar e ku demekê destnîşan bike û dawî li nîqaşên di vê der barê de bîne.

An dê dema hilbijartinan di nava 6 mehan de were lidarxistin û hikûmeta heyî heta wê çaxê berdewam bike. Nêrînek din jî dibêje bila dawî li hikûmeta demî were û yeke nû bê avakirin. Di nava salekê de hilbijartin werin lidarxistin. Bijarteka herî talûke jî ew e ku lihevkirin çênebe û heke aliyên siyasî li hev nekin dê dîsa şer û pevçûn di navbera komên çekdar de dest pê bike û aloziya li welat zêdetir bibe.