5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Heta girtiyên nexweş bên berdan dê berxwedan bidome

Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku berdana wan hatiye taloqkirin û nayên berdan, 198 roj in li Amedê Nobeda  Edaletê digirin. Malbat îro li ber Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Amedê civiyan û daxuyanî dan çapemeniyê. Endam û rêveberên DBP, HDP, MED TUHAD-FED, TUAY-DER a Amedê, MEBYA-DER, MED-DER, OHD Bunyamîn Şeker û parezêrên OHD’ê li çalakiyê amade bûn.

Di çalakiyê de keça girtiyê nexweş Abdulhalîm Kirtay Herdem Merwanî anî ziman ku tiştê dixwazin hêj jî bi dest nexistine û wiha got: “Em li hêviya biryareke erênî ne, tê zanîn ku rewşa girtiyên nexweş giran e. Em niha li vir diaxivin lê di heman demê de gelek girtiyên nexweş li hucreyê, li qawişê, li nexweşxaneyê li benda berdanê ne. Heta ku girtiyên me yên nexweş li wê derê bin û înfazên wan werin şewitandin em ê bê westan çalakiya xwe berdewam bikin.” Di berdewama axaftina xwe de Merwanî diyar kir ku wek malbatên di nobeda edaletê de bûne wijdana civakê û ev tişt got: “Bila kes hêvî neke ku em ê bê serkeftin vê çalakiya xwe xilas bikin. Heta em sernekevin em ê dest ji vê çalakiya xwe bernedin.”

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên “Heq, hiqûq, edalet” û “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.