27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Heta mirinê eze doza kurê xwe bikim’

Xizmên Windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), ji bo winda bêne ditin û kujer bêne darizandin di hefteya 664’an de li Parka Koşuyoluyê daxuyanî dan çapemeniyê. Rêveberên ÎHD’ê  û xizmên windayan di bin barana zêde de li hev kom bûn. Beriya ku daxuyaniyê bidin çapemeniyê wêneyê kesên winda xistin hembêza xwe û pankata “Bila winda bêne ditin û faîl bêne darizandin” vekirin.

Dema kesên daxuyanî dan ji ber baranê sîwan li ser serê wan vekirin û bi vî şiklî daxuyanî dan. Di serî de Dayika Şîrîn, Remziye Bayram axivî û wiha got: “Dewlet rojekê hat kûre min ji min stendin. Ez kurê xwe dixwazim. Ez hestiyê kurê xwe dixwazim.”

Paşê Bavê Şîrîn Mehmet Mustafa Bayram jî anî ziman ku ew dê heta gorê doza kurê xwe bike

Herî dawî endama ÎHD’ê ya Amedê Derya Yildirim jî çîroka Mehmet Şirin Bayram vegot. Yildirim qala Mehmet Şîrin Bayram kir û wiha got: ”Şirin Bayram, di sala 1996’an de li gundê Demîrliya Pasûrê ji aliyê polîs û cerdevanan ve hat binçavkirin. Şirin Bayram, di cotmeha sala 1996’da dema diçe mala naskirîyê xwe Ramazan Tekin, wê şevê saet di navbera 23.00 û 24.00’an da polîs û cerdevanan avatin ser mala Ramazan Tekîn. Polîs û cerdevanên Pasûrê Şirin Bayram û Ramazan Tekîn binçav kirin. Îhsan Bayram ji bo ku agahiyê ji biraziyê xwe Şîrîn Bayram bigire serê sibê diçe Qereqola Pasûrê. Dema Îhsan Bayram diçe qereqolê serdecevan Mustafa Bulut diyar dike ku wî li Qereqola Pasûrê bi Şîrîn re axavîye û çavgirtî dîtiye. Wê roje ji ber ku Mustafa Bulut agahî da, rayedarên Qereqola Pasûrê gef li wî xwarine. Roja din Mustafa Bulut ji malbata Bayram û Tekîn re got ‘Ramazan Tekîn û Şîrîn Bayram qet nehatine Qereqola Pasûrê û min ew nedîtiye.’ Malbata Şîrîn Bayram serî li saziyên fermî dan, lê belê tu agahî ji kurê xwe negirtin.”