27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hevkariya projeyeke ji bo jinan

Neteweyên Yekbûyî û Mîrnişînên Yekbûyî yên Ereban, ji bo projeyeke ku  jin, ciwan û kesên berasteng bi awayekî baştir tev li pêvajoyên aştiyê bibin, peymeneke hevkariyê danîn. Dê ev proje ji aliyê yekitiya dewletên ereban ve were fînansekirin.

Daîreya Avakirina Siyaset û Aştiyê ya Neteweyên Yekbûyî (DPPA) û Mîrnişînên Yekbûyî yên Ereban bi boneya projeyeke bi navê tevlibûna nav pêvajoyên aştî, şer û ewlehî ya jinan (WAPS) li hevûdu kirin.

Mîrnişînên Yekbûyî, dê ji bo fînanseya projeya DPPA’yê ji bo du salan soza 800 hezar dolarî da.

Di vê projeyê de pêşî bi rêya rolên biryargirtin û navbeynkariyê alîkariya wê yekê bikin ku beşdariya jinan a ji bo pêvajoyên piştî şer û aştiyê zêde bibe.

Musteşar Rosemary Dicarlo têkildarî vê biryarê wiha got: “Projeya WPS ji bo me pir girîng e. Em ji tecrûbeyên xwe jî dizanin ku dema ku jin tev li pêvajoyên bi vî rengî bibe dê li ser wî maseyî îxtîmala aştiyê li pêştir be û dê zêdetir ji aştiyê sûd wergirtin.”

Nûnera Daîmî ya NY’yê Lana Nusseibeh jî axivî û ev tişt anî ziman: “Armanca me ew e ku di hemû pêvajoyan de jin tev li hemû biryaran bibin û de ku bi hêztir bibin. Hewce ye jin di van pêvajoyên şer û aştiyê de cih bigirin.”