30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hevseroka KNK’ê: Kujeran ceza bikin

Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad diyarkir ku êrişa ser KNK’ê tê wateya hedefgirtina hemû gelê kurd û got; "Plan û destên li pişt êrişê eşkere bikin, kujer jî ji bo raya giştî eşkere bikin û ceza bikin."

Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad diyarkir ku êrişa ser KNK’ê tê wateya hedefgirtina hemû gelê kurd û got; “Em bang li hêzên ewlekariyê dikîn da ku plan û kujerên li pişt êrişê, ji bo raya giştî eşkere bikin û kujer ceza bikin.”

Di 18’ê Îlonê de li dijî avahiya Nûnertiya Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) ya Başûrê Kurdistanê ku li bajarê Hewlêrê ye, êrişeke çekdarî pêk hat. Di êrişê de Nûnerê KNK’ê yê Başûrê Kurdistanê Denîz Cevdet Bulbun şehîd bû. Derbarê êrişê de heya niha jî aliyên peywendîdar ti daxuyaniyek nedane û kujer nehatiye girtin.

Derbarê êrişê de hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad ji ROJNEWS’ê re axivî. Zeyneb got ku êrişa li ser avahiya wan ya li Hewlêrê, êrişek terorî bû, di encama êrişê de endamê wan Denîz Cewdet hate şehîd xistin. Zeyneb Murad anî ziman ku ev êrişa li ser KNK’ê pêkhatî, ne bûyerek asayî ye û got: “Ji ber ku di nav dilê bajarê Hewlêrê û nîva rojê de pêkhatiye. Dijminên gelê kurd bi van rêyên ne mirovane, dixwazin destkeftiyên Kongreya Netewî ya Kurdistanê ji holê rakin. Divê kiryara terorîde ne tenê endamek me hatiye hedef girtin, di heman demê hemû Gelê Kurd hatiye hedefgirtin. Bê guman dijminên Gelê Kurd li pişt vê kiryara terorîstîne. Dijmin destkeftiyên Gelê Kurd hezim nake, ji bo vê jî dijî Gelê Kurd hemû cûrên komployan dikin.”

Hevseroka KNK’ê di dawiya axaftina xwe de  xwest ku hikumet û saziyên ewlekariyê yên li Hewlêrê bi erkê xwe rabin û lêkolînek cidî li ser êrişê bikin û wiha bi dawî kir: “Plan û destên li pişt êrişê eşkere bikin, kujer jî ji bo raya giştî eşkere bikin û ceza bikin. Şehîd Denîz kesek azadîxwaz û nîştimanperwer bû. Hemû hewldanên wî ji bo kongreya netewî ya Kurdan bû, lê ji aliyê dijminan ve hate qetilkirin.”