26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hevserokê MSD: Minbic di hedefa Tirkiyeyê de ye

Di van çend rojên dawiyê de li bajarê Minbicê têkildarî erka xweparastinê hin tevlihevî derketin. Dewleta Tirkiyeyê hikûmeta Şamê û Hin hêzên herêmî û xwecihî hewl dan ji vê yekê sûdê bigirin û şer û pevçûnan derxînin. Lê li hember van tevliheviyan, meclisên sivîl û leşkerî û rûspiyên Minbicê pêşî li vê yekê girtin. Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 3’yê hezîranê de bi daxuyaniyekê ragihand ku bûyerên ku li Minbicê qewimîn hewldaneke ji bo jihevxistina tevna niştimanî û têkbirina ewlehiya bajar e, her wiha ji bo derxistina fitneyê di navbera pêkhateyan de ye. Desteyê bang li şêniyan kir ku bi van lîstokan neyên xapandin.

Têkildarî mijarê Hevserokê Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Riyad Derar axivî û diyar kir ku erka xweparastinê ji bo parastina herêmê pêwîst e û wiha got: “Erka xweparastinê bandorê li jiyana ciwanan nake. Berovajî herêmên din ên Sûriyeyê, şervanên erka xweparastinê bi rûmet dijîn, divê komîteyek were avakirin da ku ciwanan îqna bikin ji bo ku erka xweparastinê bi cih bînin.”

Armanca aloziyên li Minbîcê

Rîyad Derar da zanîn ku ku bajarê Minbicê di hedefê de ye û demeke bi rageşiyan re rû bi rû maye û wiha axivî: “Em dizanin ku ji demekê ve bajarê Minbicê di hedefê de ye û bi rageşiyan re rû bi rû maye. Ev rageşî bi êrişên dewleta Tirkiyeyê yên ji sala 2018’an ve dest pê kir. Di wê demê de lihevkirineke amerîkî-tirkî hate îmzekirin. Li gorî wê ji HSD’ê hate xwestin ku ji Minbicê vekişe û bajar di bin parastina hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê de bimîne.”

Minbîç di hedefê de ye

Derar diyar kir ku meclisên sivîl û leşkerî berpirsên rêvebirina bajarê Minbicê ne, çi di aliyê parastina herêmê de an jî di aliyê avakirin û ji nûve vegerandina jiyanê ne û ev tişt got: “Minbic niha pir pêşketî ye û aramî lê heye. Divê em bizanibin ku Minbic ji gelek aliyan ve di serî de ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve di hedefê de ye. Di rojên dawî de tevgerên metirsîdar ên rejîm û şaneyên wê yên di nava bajar de hene ku ji bo derxistina fitneyê û kiryarên texrîbî li Minbicê û herêmên din mîna Reqa û Dêrazorê tevdigerin. Ev hemû bi destek û provokasyonên Îranê û hin bermaniyên şaneyên DAIŞ’ê de têne kirin.”

Hemû herêm di hedefê de ne

Hevserokê MSD’ê Derar destnîşan kir ku tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di hedefê de ne û hewldanên lewazkirina wan têne kirin, hebûna Amerîkayê di sivkirina zexta li ser van hêzan dibe alîkar û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Amerîka jî ji baregehên xwe ji aliyê milîsên Îranê û rêjîmê ve di hedefê de ne, lê porovokasyon hîna dest pê nekirin, lê metirsî ji bo dema pêş hene, dibe ku bandorê li biryara Amerîkayê bikin.”

Her tiştî dibînin lê bêdeng in

Derar bilêv kir ku pêwîst e beriya ku tu biryar werin dayîn lêkolîneke têr û tijî bê kirin an jî tu biryar piştî lêvegerîn û şêwiran neyên dayîn û wiha got: “Biryarên ku hatine dayîn, hişt ku hin ciwan mijara erka xweparastinê nîqaş bikin. Ev yek bi komeke biçûk dest pê kir û hate çareserkirin. Lê ji ber destwerdana hêzên hikumeta Şamê û gulebarandina xwepêşandêran şêniyek hate qetilkirin û yek jî birîndar bû. Bi wê re nakokî zêde bûn. Lê meclisa sivîl û leşkerî mijar çareser kir, lê divê hişyarîbûneke tund pêk bê.”

Berpirsyarî Tirkiye ye

Hevserokê MSD’ê Riyad Derar diyar kir ku kesên yekemîn ku ji bûyerên li herêmê rû dane, sûd girt dewleta Tirkiyeyê û çeteyên wê bûn û wiha axivî: “Me dît ku çawa îtîlafê û serokê wê nakokî gur kir, gef, soz û xwestek nîşan dan ku divê alîkarî ji HSD’ê were kişandin, ev jî cureyek ji bikaranîna rewş û helwestê ye. Koalîsyona Muhalefeta Sûriyeyê ji bilî wêrankirina rûdanên li Sûriyeyê û veguherandina şoreşa Sûriyeyê ji azadî û rûmetê, tiştek nekir. Ew bi çavên xwe topbaran, qetilkirin, wêrankirin, talankirin, dizîn û tecawîzkirina li Efrînê û herêmên Şehbayê dibînin û bê deng in, lê di çavên xelkê de pûş dibînin û di çavên xwe de text û daran nabînin. Ev jî di encama zivirandin û îxaneta bi şoreşê re ye.”

Riyad Derar di berdewamiya axaftina xwe şoreşê pêk tîne û pirrengî û cihêrengiyê li herêmê baş dizane. Lewre divê ji gendelî, kesên tevliheviyan çêdikin û kesên ajandeyên hêzên talanker pêk tînin hişyar be.