8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hewldana rejîmê li Dêra Zorê bi ser neket

Bi navbênkarî û erêkirina Rûsyayê hêzên rejîmê bi rêya hin eşîrên Dêra Zorê xwest ku lihevkirinekê bike. Li gorî çavkaniyên Saziya Mafê Mirovan a Sûrıyeyê  hevdîtina di navbera heyeta hêzên rejîma Sûrıyeyê û hin eşîrên ereb de beriya du rojan pêk hat. Lê tevlêbûn gelekî kêm bû û ne li gorî hêviyên hêzên rejîmê bû.

Çend rûsipiyên hin eşîrên alîgirên rejîmê tevli wê hevdîtinê bûn û ji bo ku hejmara wan hinekî zêde xuya bike, rejîmê gef li karmendên ku di sazî û dezgehên dewletê de dixebitin xwar û ji wan daxwaz kir ku tev li wê hevdîtinê bibin.

Wekî tê zanîn li deverên ku niha di bin kontrola rejîmê de ne tenê ew kesên ku berê alîgiya komên çekdar dikirin û ên ku alîgiriya DAIŞ’ê dikirin, dijîn. Her wiha hin malbatên xizan ên ku tu derfeta wan tune bû ku ji cih û warê xwe derkevin, li wir dijîn.

Hêzên hikûmeta Şamê wiha hêvî dikirin ku lihevkirinekê wekî yên Derayê û deverên din bi xelkên Dêra Zorê re jî bikin lê xelkên Dêra Zorê ên rejîmê ew di dema êrîşên DIAŞ’ê de bêparastin hiştin qebûl nakin ku lihevkirineke wiha bê wate bi rejîmê re bikin.