Monday, September 27, 2021

Hezar û 375 caran dozgeriyê daxwaza parêzeran red kir

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku bi komploya hêzên navdewletî di 15’ê Sibata 1999’an de radestî Tirkiyeyê hat kirin, 22 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Îmralî tê tecrîdkirin. Ji roja ku Ocalan hatiye radestkirin heta niha, hevdîtina parêzeran tim tê astengkirin û tecrîdkirina Ocalan ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve hat dijwarkirin. 8 sal şûnde parêzer di 2-22’yê Gulan, 12-18’ê Hezîran û 7’ê Tebaxa 2019’an de çûn Îmraliyê. Ocalan 8 sal şunde bi parêzeran re hevdîtin kir. Ji wê deme heta niha hemû serlêdanên parêzeran tê redkirin.

Li gorî agahiyên ku Ajansa Mezopotamya (MA) der barê serlêdanan de kom kir, sala 1999’an heta niha, parêzeran  hezar û 817 caran xwestin biçin Îmraliyê. Lê dozger  hezar û 375 caran red kir.

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê, ji sala 1999’an heya niha ji bo hevdîtinê bi muwekîlê xwe Ocalan re bikin, bi giştî hezar û 817 serlêdan kirine. Ji van serlêdanan tenê 442 jê hatine qebûlkirin û hezar û 375 jî hatine redkirin.

Sal bi sal serlêdan û hevdîtin wiha ne:

Sal 1999:

Ocalan, di 1999’an ku radestî Tirkiyeyê hat kirin de 62 caran hevdîtin bi parêzerên xwe re kir. Hevdîtina ewil di 25’ê sibata 1999’an de hat kirin. Di adarê 5, nîsanê 8, gulanê 5, hezîranê 6, tîrmehê 7, tebaxê 9, îlonê 9, cotmehê 4, mijdarê 6 û kanûnê de 2 hevdîtin hatin kirin.

Parêzeran di sala 2000’î de bi giştî 54 caran serlêdan kir û xwestin hevdîtinê bikin. Ji van serlêdanan 34 jê hatin qebûlkirin û 20 jê jî hatin redkirin.

Sal 2001:

Parêzeran di sala 2001’ê de 52 serlêdan kirin. Ji van serlêdanan 34 jê hatin qebûlkirin, 18 jê hatin redkirin. Di sala 2002’yan de jî 52 serlêdan hatin kirin û ji van serlêdanan 52 jê hatin qebûlkirin, 18 jê hatin redkirin.

Sal 2003:

Parêzeran di sala 2003’yan de 55 serlêdan kirin. Ji van serlêdanan 20 jê hatin qebûlkirin, 35 jê jî nehatin qebûlkirin. Dozgeriyê bi piranî bi hinceta “rewşa hewayê nebaş e” serlêdan red kir. Hin serlêdan bi hinceta “betlaneya fermî” hinek bi hinceta “rewşa hewayê” hinek jî bi hinceta “rewşa hewayê” hatin redkirin.

Sal 2004:

Parêzer di sala 2004’an de ji bo hevdîtinê bi Ocalan re bikin, 53 serlêdan kirin. Ji van serlêdanan 29 jê hatin qebûlkirin û 24 jê hatin redkirin. Di sala 2005’an de jî 51 serlêdan hatin kirin, ji van serlêdanan 16 jê hatin qebûlkirin û 35 jê jî hatin redkirin. Di sala 2006’an de jî parêzeran ji bo hevdîtinê 60 serlêdan kirin. Ji van serlêdanan 24 jê hatin qebûlkirin û 36 jê hatin redkirin. Di sala 2007’an de jî 60 serlêdan hatin kirin. 30 jê hatin qebûlkirin, 30 jê hatin redkirin.

Di sala 2008’an de parêzeran 56 serlêdan kirin. Ji van serlêdanan 37 jê hatin qebûlkirin, 19 jê jî bi hinceta “keştî xerabe ye” hatin redkirin.

Parêzeran di sala 2009’an de 61 serlêdan hatin kirin. Ji van serlêdanan 50 jê hatin qebûlkirin û 11 jê jî hatin redkirin. Di sala 2010’an jî 65 serlêdan hatin kirin û ji van serlêdanan 43 hatin qebûlkirin, 22 jê hatin redkirin. Ên hatin redkirin, hinceta “keştî xerabe ye” û “rewşa hewayê” hatin redkirin.

Ji 2011’an heta 2019’an

Parêzeran herî dawî di sala 2011’an de 84 caran serlêdan kirin. Ji van serlêdanan 24 jê hatin qebûlkirin, 23 jê jî bi hinceta “rewşa hewayê” û “keştî xerabe ye” hatin redkirin. Ji van serlêdanan yek jê; ji dêvla parêzeran malbatê hevdîtin pêk anî. Piştî hevdîtina 27’ê Tîrmeha 2011’an, deriyên Îmraliyê tam 8 salan ji bo parêzeran nehat vekirin. Di 22’yê mijdara 2011’an de jî parêzerên ku hevdîtin bi Ocalan re kiribûn di bin navê “Doza KCK’ê” de hatin girtin. Ji 27’ê Tîrmehê heya 31’ê Kanûna 2011’an 43 serlêdan hatin kirin. Her 43 serlêdan jî hatin redkirin.

Parêzeran di sala 2012’an de 104 serlêdan kirin û hemû jî hatin redkirin. 73 serlêdan bi hinceta “keştî xerabe ye”, 14 serlêdan bi hinceta “rewşa hewayê”, 16 jê “keştî tê tamîrkirin” û 1 jê jî bi hinceta “cejna fermî” hatin redkirin.

Parêzeran di sala 2013’an de 102 serlêdan kirin. 86 serlêdan bi hinceta “keştî xerabe ye”, 12 jê bi hinceta “rewşa hewayê” û 4 jê bi hinceta “cejna fermî” hatin redkirin. Di sala 2014’an de jî 104 serlêdan hatin kirin. Hemû hatin redkirin. Di sala 2015’an de 100 serlêdan kirin. Dozgeriyê hemû serlêdan red kir.

Piştî hewldana derbeyê ya 15’ê Tîrmeha 2016’an, vê carê çûna parêzeran a Îmraliyê bi hinceta biryarên dadgehê yên ji bo 3 û 6 mehan, hatin astengkirin. Di sala 2016’an de 124 serlêdan hatin kirin. Piştî 15’ê Tîrmehê bi hinceta “şert guncan bibin”, “biryara dozgeriyê” û ” biryara dadgehê” hatin redkirin.

Di sala 2017’an de bi giştî 100 serlêdan kirin. Dozgeriyê hemû serlêdan red kir. Di sala 2018’an de jî 102 serlêdan kirin. Dozgeriyê hemû serlêdan red kirin.

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, di 8’ê mijdara 2018’an de li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê li dijî tecrîda li ser Ocalan çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dest pê kir. Piştî çalakî belav bû di sala 2019’an parêzer piştî 8 salan çûn Îmraliyê. Parêzer ewilî di 2’yê gulanê çûn Îmraliyê hevdîtin pêk anîn û paşê bi dorê di 22’yê gulan, 12-18’ê hezîranê û 7’ê tebaxa 2019’an de çûn girtîgehê û hevdîtin bi Ocalan re kirin. Piştî 26’ê nîsanê serlêdan çi erênî çi neyînî bi tu awayî nedihatin bersivandin. Piştî 7’ê tebaxê cardin çûna parêzeran a Îmraliyê hat astengkirin. Di sala 2019’an de bi giştî 104 serlêdan hatin kirin. Ji van serlêdanan 32 jê bi hinceta “biryara dadgehê” hatin redkirin û 67 jê jî nehatin bersivandin.

Piştî 2020’an;

Di sala 2020’î de jî bi giştî 89 serlêdan hatin kirin. Ji van serlêdanan 60 jê çi erênî çi neyînî nehatin bersivandin û 29 jê jî bi hinceta “biryara dadgehê” hatin redkirin.

Di 2021’ê de jî heya 24’ê tebaxê 123 serlêdan hatin kirin. Lê heta niha hevdîtin nehatiye kirin.